Heyeta Îrlanda Leyla Guven ziyaret kir 2019-02-19 12:21:22   AMED - Parlamentera Parlamentoya Ewropa ya Îrlandayî Martina Anderson, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê 104 rojin di grevê de ye ziyaret kir.      Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 104'emîn de berdewam dike. Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî hefteya borî Guven ziyaret kir. Îro jî Parlamentera Parlamentoya Ewropa yê Îrlandayî Martina Anderson ku 13 salan girtî ma, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê 104 rojin di grevê de ye ziyaret kir. Li gel parlamentera Îrlandî Berdevka Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Uca jî Guven ziyaret kir. Anderson, ji aliyê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, keça Leyla Guven Sabiha Temizkan û aktîvîstên TJA ve hat pêşwazîkirin. Anderson, pişti nêzî saetekê li gel Leyla Guven ma, ji bajar veqetiya.