‘Heya ku daxwazên me bên qebûlkirin emê çalakiya xwe bidomînin’ 2019-02-19 12:02:42 WAN - Cîhan Tamûr ê ji 5 girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê 66 rojin di greva birçîbûnê dene, diyar kir ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin da destpêkirin, di roja 104'an de didome.   Dîsan çalakiya greva birçîbûna ya ji 300 girtiyan zêdetir jî li girtîgehan berdewam dikin. Yek ji 5 girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê 66 rojin di greva birçîbûnê dene, Cîha Tamûr bi navbeynkariya malbata xwe ev bang kir: “Berî ku tiştek bi Leyla Guven were û ji girtîgehan cenaze derbikevin, divê gav bê avêtin. Hata ku daxwazên me yên qebûl kirin, emê çalakiya xwe berdewam bikin.”   Tamûr ê bi hevalên xwe  yên di heman girtîgehê de Bariş Kahraman, Şahîn Oncu, Azîm Sokemen û  Bahtiyar Kemal Hasan re dimînin re ev 66 rojin çalakiya wan a greva birçîbûnê berdewam dike û ji sala 2012’an ve girtiye. Tamûr bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Bavê Tamûr Siddik Tamûr duh ji navçeya Gever a Colemêrgê hat Wanê û çû hevdîtina girtî ya kurê xwe. Tamûr di hevdîtina girtî de, daxwazên xwe binavbeynkariya bavê ji raya giştîr parve kirin.   'BERÎ KU CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERBIKEVIN DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’   Tamûr binavbeynkariya bavê xwe ev bang li raya giştî kir: “Ji bo ku azadî û aştî li welat pêş bikeve, dê tecrîd bê rakirin. Ji bo azadî û aştiya vî welatî me bedena xwe ji birçîbûnê re razand. Tekane daxwaza me tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rakirine. Pêkanîna tecrîdê ne tenê li dijî Birêz Ocalan pêk tê, li dijî hemû gelên li vî welatî dijîn, pêk tê. Dewletê li hemberî grevên birçîbûnê ker û lal bûye. Divê di vî warî de erka xwe bîne cih. Berî ku tiştek bi Leyla Guven were û ji girtîgehan cenaze derkevin, divê gav bê avêtin. Hata ku daxwazên me yên qebûl kirin, em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Em di çalakiya xwe bi biryarin. Divê hemû raya giştî, malbatên girtiyan û hemû dayîkên me bên gelhev û dengê xwe li cîhanê belav bikin.”   ‘EM JÎ NIKARIN XWARINÊ BIXWIN’   Bav Siddik Tamûr, diyar kir ku kurê wî 66 rojin di greva birçîbûnê deye û wiha axivî: “Bi biryarin ku çalakiya xwe berdewam bikin. Kurê min 15 kîlo dane û niha bûye 54 kîlo. Her ku diçe rewşa çalakgeran krîtîk dibe. Gelo kîjan malbat dixwaze zarokên wan birçî bimînin? Niha bi kurê min re bi sedan mirov di grevên birçîbûnê dene. Ev rewşek pir girane. Êdî em jî nikarin li malê xwarinê bixwin.”