Dadgehê pirsa şahidê nepen kirMidûrdiyeta polîsan bi nivîsa veşartî got 'kesekî wisa tune' 2019-02-19 11:06:07   AMED – Li Amedê li ser îfadeyên Şahidê nepen "Venus" bi dehan kes hatin girtin. Derket holê ku kesekî bi navê “Venus” ê şahidê nepen tune ye û xeyalî ye. Li ser daxwaza parêzerekî dozê heyeta dadgehê ji midûriyeta polîsan xwest ku şahidê nepen "Venus" li salonê bê guhdarkirin. Lê Midûriyeta Polîsan a Amedê bi nivîsa veşarî got "kesekî wisa tune ye".    Li Tirkiye bi sedan kes li ser îfadeya şahidên nepen hatin binçavkirin û girtin. Dîsa li ser îfadeya şahidên nepen hatin cezakirin û rastî cezayên giran hatin. Di hemû doz û danişinan de parêzerên bersûcan dixwazin ku şahidên nepen bên salona dadgehê û li ruyê dadger û bersûc şahidiyê bikin. Lê heta niha hemû hatine redkirin. Li Amedê jî li ser îfadeyên Şahidê nepen "Venus" bi dehan kes hatin girtin. Herî dawî li Amedê li ser daxwaza parêzerekî dozê heyeta dadgehê ji Midûriyeta Polîsan a Amedê xwest ku şahidê nepen "Venûs" bê hizûra dadgehê û şahidiyê bike. Li ser daxwaza heyetê Midûriyeta Polîsan a Amedê bi nivîsa veşarî got: "Kesekî wisa tune ye" û derket holê ku hemû şahidên "nepen" xeyalî ne û kesekî wisa tune. Heta niha bi dehan kesên hatin girtin û rastî ceza hatin li ser îfadeya kesên "xeyalî/nepen"  hatin girtin û rastî ceza hatin.    Di Mijdara 2018'an de li herêmên çoltarê yên navçeyên Licê, Hênê, Pîranê li ser îfadeya şahidê nepen "Venûs" operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de bi dehan kes hatibûn binçav kirin. Gelek kesên hatin binçavkirin û girtin. Kesên hatin binçavkirin û girtin, temenê wan di navbera 50- 80 salî de bûn. Parêzer Gulşen Ozbek, ku doza wan dişopîne, di danişîna dozê ya li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de ji heyeta dadgehê xwest ku şahidê Nepen "Venus" li hizûra dadgehê bê guhdarkirin. Li ser vê yekê heyetê jî biryar da ku Venus bê guhdarkirin û li ser vê yekê ji Midûriyeta Polîsan a Amedê bi nivîsekê xwest "Venus" tev li danişînê bibe.    MIDÛRIYETA POLÎSAN: KESEKÎ BI NAVÊ VENUS TUNE YE   Piştî biryar û daxwaza dadgehê, Midûriyeta Polîsan a Amedê bi nivîsa "veşarî" bersîv da dadgehê û got: “Di qeydên arşîvê de kesekî şahidê nepen yê bi navê Venus tune ye. Lê Midûriyeta polîsan li ser navê şahidê Nepen 'Venus' 5 meh bere li Navçeya Licê operasyon li dar xistibû. Li ser şahidê Nepen "Venus" ê xeyalî gelek kes hatibûn binçavkirin û girtin.    LI SER ŞAHIDÊN NEPEN Ê XEYALÎ HATIN GIRTIN   Parêzer Gulşen Ozbek, diyar kir ku di van operasyonên bi şahidê nepen ê xeyalî li gunedekî 1 jê jin 6 kesên ku temenê wan li ser 60 salî hatibûn binçav kirin û girtin û wiha got: "Şahidê nepen diyar kiribû ku gundiyan alîkarî daye rêxistinê û xwarin  dane endamên rêxistinê. Li ser îfadeya  şahidê nepen bersûcên girtî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê û alîkariya rêxistin" girtî hatin darizandin. Lê ji ber biryara "Veşarî" ya der barê dosyayê de me nekarîbu xwe bigînin naveroka dosyayê. Piştî derket holê ku kesekî bi navê "Venus" ê şahidê nepen tune bêşiya darizandinê vebû. Piştî biryara "Veşarî " ya der barê dosyayê de rabû me li naveroka dosyayê nerî. Em fêr bûn ku di nava dosyayêde çi heye. Derket holê ku kesekî bi kodê ‘Venus’ ê şahidê nepen tune ye. Ev yek di nivîsa heyeta dadgehê û berîva miduriyeta polîsan de derket holê. Midûriyeta polîsan di bersîva xwe de got "Di qeydê me de kesekî wisa tne ye." Bi vê yekê rêya darizandina kesên ku li ser delil û şahidên sexte tên darizandin hat vekirin. Emê bixwazin ku der barê van kesên delîlên sexte ava dikin de lêpirsîn bê vekirin.    'EMÊ GILÎ BIKIN'    Prz. Gulşen Ozbek, anî ziman ku li hemberî wan belge û delîlên sexte hene û wiha got: "Hem rayedarên cemaweriyê dixapînin û hem jî mijûl dikin. Emê bixwazin ku van peywirdarên (Polîs-esker) ên delîlên sexte ava dikin bên tespît kirin û der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Em dê bixwazin ku li van kesan gilî bê kirin û doz bê vekirin. Ji bo lêpirsîn bê vekirin em ê serî li Serdozgeriyê bidin."     Ozbek, xwest rayedar ji peywirê bên girtin û wiha bi dawî kir: "Ji bo delîlan ava bikin divê belgeyên sexte neyên avakirin. Li ser avakirina belge û delîlên sexte divê ev rayedar ji peywirê bên girtin. Ji bo vê yekê jî divê der barê van rayedaran de lêpirsîn bê destpêkirin.    MA / Aydin Atay