Girtiyên Girtîgeha Antalya: Em di hişmendiya çalakiya xwe de ne 2019-02-19 10:45:28   ANTALYA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalya di greva birçîbûnê de ne gotin: "Girtîgeh dixwaze îradeya berxwedana me bişkêne. Em di hişmendiya çalakiya xwe de ne. Em ji bo Serokatiya xwe amade ne xwe feda bikin."    Girtiyên bi navê Gurbet Ozturk, Hacîre Çay, Emrecan Demîr, Enes Adlim, Harun Olmez û Selîm Kegî yên li Girtîgeha Tîpa L Antalaya di greva bgirçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne bi rêya parêzer ragihandin rêveberiya girtîgehê ji ber çalakiya wan dixwaze berxwedana wan bişkêne û heta tecrîd ranebe ew ê jî dest ji berxwedana xwe bernedin. Girtiyan got ew ji 15'ê Sibatê vir ve di greva birçîbûnê de ne û gotin: "Midurê girtîgehê li gel doktor dixwaze berxwedana me bişkêne. Ji me re dibêjin 'dest ji grevê berdin hûn ji bo tiştek pûç ketine grevê. Hûnê di grevê de werselê xwe ji dest bidin. Wê lebatên we winda bibin.' Bi van gotinan rewşek derûnî li ser me çêdikin. Lê bila her kes baş dizanibe, em di ferq û hişmendiya çalakiya xwe de ne. Ji bo Serokatiya xwe em amade ne ku hemû wersel û bedena xwe feda bikin. Banga me ji bo malbat û raya giştî heye. Bila derkevin kolanan. Em wek ewladên gelê xwe em ê li dora Serokatiya xwe bibin xelek û bi ser bikevin. Encama wê çi dibe bila bibe em bi biryar û bawerin."