3 karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan 2019-02-19 09:49:42   MÛGLA - Li Navçeya Milasê ya Muglayê 3 karekrên ku di bin hezana kana madenê de man jiyana xwe ji dest dan.    Duh li kana madenê ya navbera taxa Sarıkaya ya Mîlasê ya Muglayê û Bajarê Antîk ê Labranda ax hilweşiya. Di hilweşina kana madenê de 4 karkerên madenê di bin axê de man. Ji 4 karkerên di bin axê de man jê 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku ajokarê kamyonê Tayfun Akınci ku bi giranî hat rizgarkirin talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye.    KANA MADENÊ BÊ RÛHSAT E   Birayê Karker Engin Tutuk ê li Kanê di bin axê de ma Kenan Tutuk, diyar kir ku kana madenê bê rûhsat e û wiha got: "Ev kan jî qaçax e. Ev vê yekê pir zelal zanim. Vê kargeriyê bi kaçaxî dixebitînin."