Gelên li Tirkiyeyê: Çareserî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye 2019-02-19 09:12:23 STENBOL - Gelên li Tirkiyeyê, destnîşan kirin ku qedexekirina zimanan zilm e û bal kişandin ser Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê.  UNESCO, ji bo bal bikişîne ser çewisandinên li ser zimanan 21'ê Sibata 1999'an wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Li gorî rapora 2018'an UNESCO'tm, li tevahiya cîhanê 6 hezar ziman hene û ji evan 2 hezar û 500 jê di xetereyê de ne. Li gorî atlasa UNESCO'yê li Tirkiyeyê 15 ziman li ber mirinê ne û 3 ziman 8Urgupi, Mlahso ü Hertevin) jî ji zûvde mirine. Welatiyên kurd, adîge, gurcî, rûm, suryanî û ereb ên li Tirkiyeyê bal kişandin ser çewisandina zimanan.   ‘ÇARESERÎ PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKAMKÎ YE'    Seda Berzeg, diyar kir ku zimanê adîgeyî di xetereyê de ye. Berzeg, bilêv kir ku di sala 1923'yan di dema serîhildana Çerkes Ethem de, li herêma Marmaraya başûr gelek gund hatine valakirin û gelek kes hatine sirgûnkirin. Berzeg, destnîşan kir ku ji wê çaxê ve zext û zorî li ser zimanê wan heye. Berzeg, bilêv kir ku diya wê di 15 saliya xwe de hînî zimanê adîgeyî bûye. Her wiha Berzeg, anî ziman ku bavê wê jî bi adîgeyî dizane û got: "Kesên ji wê demê mayî bi vî zimanî dizanin. Lê belê piştî wî nifşî, hejmara kesên bi vî zimanî dizanin pir kêm e. Bi temamî nehatiye jibîrkirin, lê li ber jibîrkirinê ye. Çare jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Divê malbatên bi vî zimanî dizanin, hînî zarokên xwe jî bikin."    ‘QEDEXEKIRINA ZIMANAN ZILM E'    Sekreterê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Bulent Felekoglû jî got: "Heta 30 sal berê me nikaribû stranên xwe jî bêje. Mirov dengê me nedibihîstin. Niha em dikarin stranên xwe bêjin, lê perwerdehiya bi zimanê me tune ye." Felekoglû, destnîşan kir ku qedexekirina zimanan zilm e û got: "Wexta em li tabletên sumeriyan an jî hîtîtan dinerin, bi dehan peyvên kurdî hene. Lê belê kesên der barê dîroka me de lêkolînan dikin, bi zaraveyekî kurdî jî nizanin. Ev zilm e. Ev zilm nayê qebûlkirin."    ‘EM HER ÇAR ZARAVAYAN NÊZÎ HEV DIKIN'    Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî Aytekîn Aydemîr jî, bilêv kir ku bi her çar zaravayên kurdî gelek pritûk hatine çapkirin û got: "Nêzî 2 sal in li Bakurê Kurdistanê gelek pirtûkên bi zaravayê soranî hatine çapkirin. Em li komeleyê jî dersên soranî, kurmancî û kirmanckî didin. Bi taybetî jî hewldanek ji bo zaravayê soranî heye. Armanca me jî ew e ku em zaravayn nêzî hev bikin û bi her çar zaravayn bi rihetî biaxivin."    ‘ÊDÎ NIKARIN BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN'    Ji gelê rûm Katrîn Nîkolao jî, bal kişand ser koçberiya piştî 27'ê Gulana 1960'î û got: "Wê çaxê nifûsa rûman pir kêm bû. Ji ber tirsê mirov newêribûn bi zimanê xwe biaxivin. Ji ber vê mirov ji neçarî koç kirin. Niha li Tirkiyeyê nêzî hezar û 200 rûm hene. Ev jî extiyar in." Nîkolao, anî ziman ku ew di nav xwe de bi rûmî diaxivin û got: "Dibistanên gelê rûm hene. Lê ji ber nifşê ciwan pir kêm in, hema bêje piraniya van dibistanan an hatin girtin an jî li ber girtinê ne. Niha li Taksîmê çend dibistan hene."    Serokê Navenda Zimanê Gurcî Eşref Yilmaz jî, diyar kir ku ew li dibistanan bi hin sînrodarkirinan re rû bi rû dimînin û got: "Heta hejmarra xwendekaran nebe 10, ders nayên dayîn. Dema serlêdana jî hindik e. Ji bo dersa hilbijartî wextek tê diyarkirin. Kesên di wê tarîxê de serî lê nedin an jî neghaştibinê dersa nagirin." Yilmaz, anî ziman ku divê wexta dersa hilbijartî bê zêdekirin û got: "Divê sînordarkirinên wisa tune bin. Dîroka serlêdanê hewce nake. Li gor min hejmar jî ne girîng e. Divê gurcî li gundên xwe û dibistanên li derdorê hînî zimanê xwe bibin. Mamsote kêm in. Li navendên perwerdehiya gel kurs tên vekirin. Mirov serî lê didin, lê belê vê carê jî dibêjin 'mamoste tune ne.'"    ‘JI BO ZIMANÊ XWE EM DIÇIN MIZGEFTÊ'    Meryem Fehîme orûç a ereb jî got: "Li Tirkiyeyê, heman çewsandin ji bo erebî jî heye. Em bi zimanê xwe nayên perwerdekirin. Wexta em dixwazin zimanê xwe bi pêş ve bixin, em diçin mizgeftan. Lê em nikarin biçin, çimkî em erebên elewî ne. Mizgeft, ne cihên ji bo hînkirina ziman in. Deverek tune em zimanê xwe pêş ve bixin. Loma mirov hînî zarkên xwe nakin." Orûç, diyar kir ku ji bo ziman nemirin perwerdehiya bi zimanê zikmakî şert e.    TENÊ PÊŞDIBISTANEK HEYE   Edîp Arslan ê suryanî jî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê suryanî tune ye û got: "Ev çend salên dawî pêşdibistanek vebûye. Ew jî bi heq e. Ên perê wan tune bin, nikarin zarokên xw ebişînin. Piştî vê wê dibistana seretayî û navîn bihatana vekirin, lê hîn nehatine vekirin." Arslan, diyar kir ku çareserî perwerdehiya bi zimanê zikamkî ye û got: "Heta perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyê dayîn, tiştên din bi kêr nayên."    MA / Sadiye Eser