Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê em di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin 2019-02-19 09:11:30 STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan agreva birçîbûnê dewam bike û gotin: "Divê gelê me êdî dev ji vê bêdengiyê berde û bedêlên di vê rêyê de hatine dayîn ji bîr neke."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin, di roja 104'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger jî ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê de ne, destnîşan kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike.    ‘TECRÎD BI DAWÎ BIBE, EZ Ê DEV JI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BERDIM'    Sînan Gokçe ku ji 16'ê Çileya 2019'an ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku cara ewil û ew ketiye greveke birçîbûnê û got: "Ji roja ketime greva birçîbûnê, xwe pir baş hîs dikim. Tansiyon û kîlo tên kontrolkirin. Xwê, şekr û vîtamîna B12 tê dayîn." Gokçe, anî ziman ku tecrîd sûc e û got: "Di hiqûqê de herkes wekhev e. Eger tecrîd bi dawî bibe û muzakere dest pê bikin, ez ê dev ji greva birçîbûnê berdim. Mirov bi aştiyê dikarin bi hev re bijîn."    ‘PIR BAŞ IM'    Mehmet Yalçinkaya ku ji 28'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye got: "Di vê pêvajoyê de, ji ber berpirsiyariya xwe bi cih tînim wijdanê min rihet e û pir kêfxweş im. Coşa û nêzkatiya gelê me û piştgiriya hevaln, min baştir dikin û moralê min xurtir dikin. Cihgirtina di vê pêvajoyê de ji bo min cihê hebûneke nû ye." Yalçinkaya, bi bîr xist ku Leyla Guven çalakiyeke dîrokî daye destpêkirin. Yalçinkaya, destnîşan kir li di vê pêvajoyê de tenê di dest wan de berxwedan maye û got: "Pêşenga vê pêvajoyê jî Leyla Guven e. Afirînerê jiyana azad Serok e. Ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, ez jî tev li greva birçîbûnê bûm. Ji ber jiyaneke bêyî rêber qebûl nakim, min di vê pêvajoyê de cih girt."    ‘GER CANEK ME HEBE BILA EW JÎ FEDAYÊ GELÊ ME BE'    Yalçinkaya, anî ziman ku heta tecrda li Îmraliyê bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û got: "Ev pêk bên ez ê dev ji greva birçîbûnê berdim. Li her derê cîhanê, di dîroka hemû neteweyan de têkoşînên ji bo hebûnê çêbûne. Û divê em jî xwedî li rastsiya xwe yî ku em afirandine derkevin. Me bi Kemal Pîran kelehên zilmê rûxandin ku digot 'Em parêzvanên jiyana azad in û bi qasî di rêça wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.' Gotin 'mirin tê jî, bila bi xêr bê.' Ez jî dixwazim bêjim; ji bo jiyaneke azad û yekîtiya gelen, ez ji mirinê natirsim. ger canek min hebe bila ew jî fedayê gelê me be. Silav û hezkirin."    ‘GEL TÊN TECRÎDKIRIN'    Mehmet Şîrîn Baycû ku ji 28'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye got: "Ji bo hay ji hebûna xw ehebim daxilî vê çalakiyê bûm. Ev nêzîkatî jî nêîkatiyeke cihê serbilindî û rûmetê ye. Tecrîd sûc e. Tecrîda li Îmraliyê, tecrîdkirina gelê me û hemû gelan e. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe, ji bo aştî, demokrasî, wekhevî çêbibe ketim greva birçîbûnê. Çimkî tecrîda li Îmraliyê rê li ber evana digire."    ‘DIVÊ GELÊ ME DEV JI BÊDENGIYÊ BERDE'    Baycû, destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî nebe ew ê dev ji çalakiya xwe bernede û got: "Bi vê tecrîdê re hemû gelên aştîxwaz, demokrasîxwaz tên tecrîdkirin. Divê hemû kesên ji xwe re dibêjin em mirov in, eniya demokrasiyê ava bikin û li dijî vê derkevin. Berî bi pir bi derengî bikeve divê em xwedî li mirovahiyê û pêşeroja xwe derkevin. Em xwedî li rastiya xwe derkevin. Divê êdî gelê me dev ji vê bêdengiyê berde û kesên di vê rêyê de bedêl dane ji bîr neke. Divê di vê pêvajoya dîrokî de cih bigire. Eger em dibêjin, em berdewamiya kesên gotin 'bi qasî em di rêça wê de bimirin ji jiyanê hez dikin', nexwe divê em wek wan tev bigerin û di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin. Ji bo gelê me, nifşên nû bi awayekî azad bijîn, ez amade me ku di vê rêçê de canê xwe bidim. Divê herkes bi taybetî jî kurd têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bilind bike. Silav û hezkirin."    MA / Sadiye Eser