Namzetên Serêkaniyê: Em ê bi ser bikevin, ji niha ve ser xêrê be 2019-02-19 09:10:40 RIHA - Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Serêkaniyê Mehmet Alî Kahraman û Narîn gezgor gotin: "Em ê bi ser bikevin, ji niha ve li ser xêrê be."  Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Serêkaniya Rihayê Narîn Gezgor û Mehmet Alî Kahraman, destnîşan kirin ku ew ê navçeyê tevî gelê kurd, tirk, ereb û afxan bi rê ve bibin. Namzet Mehmet Alî Kahraman got: "Em ê ji cihê mayî dewam bikin." Namzet Narîn gezgor jî got: "Em ê bi ser bikevin, ji niha ve li ser xêrê be."    Kahraman, destnîşan kir ku li navçeyê heta niha tenê di navbera 2004-2014'an de xizmet hatiye kirin û got: "Di vê serdemê de navçe, ji weziyeta gund hat rizgarkirin bû bajêr. Lê belê xizmetên me ji ber hîleyên partiyên din nîvçe ma. Lê em ê di vê serdemê de ji cihê mayî dest pê bikin. Tiştên mayî em ê temam bikin. Di sala 2014'an de bi hîle û xurdeyan şaredarî bi dest xistin. AKP'ê her cure erk xist destê namzetê xwe yê Şaredariya Serêkaniyê. Bi vê erk û hêza ku AKP'ê da wan, şaredar di warê hêzê de jehrî bûn. Gelek mirov hatin mexdûrkirin. Kesên muxalif hemû wekî 'terorîst' îlan kirin. Bi KHK'yan gelek kes îxrac kirin. Lê niha em ber bi dawiya wê serdemê ve tên. Bi çewisandinan, çanda serîtewandinê ferz kirin. Ji bo alîgirên xwe tev geriyan. Muhbîrtî ferz kirin. Êdî hat asteke wisa ku li navçeyê baweriya kesî bi kesî nayê."    'DIVÊ STRATEJIYA AKP'Ê BAŞ BÊ VEGOTIN'    Kahraman, anî ziman ku divê sedema ku ji bo çi AKP'ê şaredarê niha nekiriye namzet baş bê fêmkirin. Kahraman, anî ziman ku li navçeyê pirsgirêka sereke ew e ku AKP, gelê kurd û ereb bera hev dide û berberîbûnê dixe nava wan.    'EM Ê BI PAŞ VE GAV NAVÊJIN'    Namzet Narîn Gezgor jî, diyar kir ku di 5 salên dawî de tenê ne kurd, gelê ereb jî bi çewisandin û tirsandinê tê tepisandin. Gezgor, bilêv kir ku êdî şêniyên Serêkaniyê bêriya serdema ku deriyê şaredariyê ji bo wan bê vekirin kirine. Gezgor ku di dema vekirina buroya hilbijartinê de hat binçavkirin got: "Tişta wê rojê hat kirin, bêhiqûqîtî bû. Ez hatim binçavkirin. Min di axaftina xwe de bal kişandibû ser sedemên berxwedana Leyla Guven. Mudaxile kirin. Li dozgeriyê jî min bal kişand ser daxwazên Leyla Guvenê. Leyla Guven, jinek e, dayikek e, parlementera partiya me ye. Wek dayikekê, weke jinekê, weke parêzvana mafên mirovan ez mecbûr im bal bikişînim ser daxwazên jinan û loma bi wî rengî axivîm. Li gelek deveran namzetên jin û jinên hilbijartî tên binçavkirin. Sedema vê ew e ku bi awayekî taybet bi ser jinan de diçin. Em jin, em ê bi rêveberiyên herêmî bajarê xwe tevî hemû gelan û jinan bi hev re li ser asasên demokrasiyeke herêmî ava bikin û em ê tu carî bi paş ve gav navêjin."    'EM Ê BI SER BIKEVIN, LI SER XÊRÊ BE'    Gezgor, diyar kir ku jinên penaber jî di nav de, hejmara jinên li navçeyê zêde ye, lê belê li navçeyê tu qadeke jiyana civakiyî ya jinan tune ye û got: "Wê qadên jiyana civakiyî ku xîtabî hemû jinan bikin li Serêkaniyê bên çêkirin. Ev der bajarekî çandiniyê ye û wê jin ji dêvla karkeriya li nav erdan bi berên xwe bi xwe li bazaran bi cih bikin. Wê ji di warê aborî de nebin pêgirtiyê kesî. Niha şaredarî tenê ji bo hin kesan xizmetê dike. Gelê navçeyê ji vê yekê nerazî ye. Hûn dizanin, di çapemeniyê de hin dîmenên gefxwarinê derketibûn. hebûn. Şaredar, ji bo karker ji kar derkevin gef li wan xwaribûn. Lê em ê tevî gelê xwe bajarê xwe bi rê ve bibin û bi hev re ava bikin. Em ê bi hev re hilberînin, em bi hev re bazar bikin. 5 sal in ev navçe bi awayekî dijwar hat çewisandin. Wê sibeha 1'ê Nîsanê bibe roja cejnê. Em ê bi ser bikevin, ji niha ve li ser xêrê be."