Ji ber 'nîşaneya serketinê' ya bi bûka berfê hat cezakirin 2019-02-19 09:07:25 STEBOL - Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Qersê, ji ber bûka berfê çêkirin, 12 roj cezayê hucreyê li 12 girtiyan hat birîn. Komîsyona lêpirsînê, nîşaneya serketinê ya li destê çepê yê bûka berfê hat çêkirin jî wekî "nîşaneya rêxistinê" hesiband.    Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Qersê, girtiyên di Qawîşa C-5'an de, di 14'ê Çileyê de li hewadariya qawîşê bûka berfê çêkirin. Lê belê, bûka berfê wekî sûc hat hesibandin. Gardiyanên danê êvarî ji bo girtina deriyan hatin qawîşê, bûka berfê û destê wê yê di weziyeta nîşaneya serketinê de hatiye çêkirin dîtin. Gardiyanan ev yek ragihand koma lêpirsînê ya girtîgehê. Komîsyona lêpirsînê jî, ji ber bûka berfê û nîşaneya serketinê, der barê 12 girtiyan de lêpirsîn da destpêkirin.    Di lêpirsînê de, nîşaneya serketinê ya bi bûka berfê wekî "nîşaneya rêxistinê" hat hesibandin û 12 roj cezayê hucreyê li 12 girtiyan hat birîn.    Navê girtiyên cezayê hucreyê li wan hat birîn ev in: Emrah Dûman, Murat Çîçek, Vezir Bariş, Îbrahîm Can, Yusuf Aktar, Seyhan Yildirim, Bariş Ûlaş Çakmak, Îzzet Polat, Ramazan Altin, Ferhat Çakmak, Tuncer Omeroglu, Abdullah Kaya.