'Pêşî fiyetê mazot û gubre kêm bikin' 2019-02-19 09:06:42 WAN – Komîsyonvanên hala Wanê, destnîşan kirin ku îktîdar ji bo hilbijartinê deverên tanzîmê ava kirine û gotin: "Ji dêvla ku hikûmet me bike hedef, bila pêşî fiyetê mazot û gubre erzan bike."  Komîsyonvanên Kompleksa Hala Wanê, bertek nîşanî mexazeyên tanzîmê dan ku îktîdara AKP'ê ji bo rê li ber bihabûna fiyetên zebze û fêkiyan bigire ava kirin. Komîsyonvanan, destnîşan kir ew zebze û fêkiyan ji derveyî bajêr bi fiyetekî biha dikirin, lê belê dîsa jî Tayyîp Erdogan krîza aborî davêje ser wan. Komîsyonvanan, destnîşan kir ku avakirina deverên tanzîmê ji bo hilbijartinê ne û gotin: "Bila hikûmet pêşî fiyetê mazot û gubre kêm bike."    ‘JI BER FIYETÊ MAZOTÊ HEQÊ VEGUHASTINÊ JÎ ZÊDE DIBE'    Komîsyonvan Zana Abî, destnîşan kir ku krîza aborî bandor li herkesî kiriye û got: "Niha ez bêjim em perîşan in, wê ev gotin ne gotineke mubalexeyî be. Ber, pir biha ne. Ji ber vê mişterî nikarin tiştekî jîî bikirin. Gelek kes ji ber vê bihabûnê komîsyonvanan tawanbar dikin. Ev ne rast e. Em tiştekî bêqîmet qezenc dikin." Abî, diyar kir ku zebze û fêkiyên li halê ji derveyî bajêr tên, ji ber ku fiyetê mazotê biha ye ev tesîrê li heqê veguhastinê jî dike û got: "Mesela em bêjin ev ber bi lîreyekê ye. Heta tê vir fiyetê veguhastinê û barkirinê jî lê tê barkirin. Loma heta tê vir dibe lîre û 60 qurîş. Li vir jî divê komîsyon bacê, kirê, heê karkeran û lêçûnan jî lê bar bike."    ‘KES LI FIYETÊ MAZOT, GUBRE Û TOVAN NAPIRSE'    Abî, anî ziman ku hedefgirtina komîsyonvanan wê tiştekî çareser neke û got: "Ji ber mazot, gubre û tovan lêçûn zêde dibin. Loma divê fiyetên evana bên erzankirin. Em dixwazin gelê me zebze û fêkiyan bixwe. Niha rewşa karê me qet nebaş e. Ev yek ji bo me zirar e. Ji gaza xwezayî bigire heta ceryanê hema bê her tişt zem xwariye. Ji ber vê ye ku zebze û fêkî biha ne."    ‘NE TANZÎM ÇARESERIYEKE MAYÎNDE'    Komîsyonvan Ekrem Bor jî, destnîşan kir ku îktîdar ji bo hilbijartinê deverên tanzîmê ava kiriye û got: "Li Antalyayê xiyaran bi 4 lîreyan dikire û tê li noqteyên tanîzmê bi 3 lîreyan difiroşe. Ancax heta hilbijartinê dikare vî tiştî bike. Wê piştî hilbijartinê nikaribe dewam bike." Bor, anî ziman ku ên welat ber bi krîzê ve birine ne komîsyonvan in û got: "Ji hilbijartinê re hindik ma. Zemên tên kirin li hinan bar dikin û bi vî awayî propagandaya ji bo hilbijartinê dikin. Bi avakirina noqteyên tanzîmê, çareseriyeke mayînde ne mimkun e. Bi rastî jî eger ketibin etra vî gelî, pêşî divê fiyetên gubre, mazot, dermanan erzan bikin û bacê kêm bikin."    MA / Cemil Ugur - Fazil Elçi