Berxwedana Leyla Guven di roja 104'an de berdewam dike 2019-02-19 08:48:08 AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 104'emîn de berdewam dike.  Berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 104'emîn de di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de berdewam dike. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de ketibû grevê û 103 rojin di grevê de ye. Guven, dema di 8'ê mijdara 2018'an de bi rêyea SEGBîS'ê beşdarî danişînê bû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îlan kir ku heta tecrid bi dawî nebe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dike. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir di 12'ê Çile de Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û tenê 15 deqîqe hevdîtin hat kirin. Guven diyar kir ku bi dîtina 15 deqîqeyan tecrîd naşikê û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25'ê Çile de Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe ya grevê berdewam kir. Guven, dîsa diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bike û 104 rojin bi biryar çalakiya xwe berdewam dike.    ÇALAKIYÊN LI GIRTÎGEHAN DI ROJA 66'AN DE BERDEWAM DIKE   Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 91'emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 65'emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 66'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.