Bi fermana qeyûm darên li parkê rakirin 2019-02-18 17:38:31       AMED – Yekîneyên Şaredariya Peyasê bi fermana qeyûm li Park Orman a Peyasê 15 darên çam rakirin. Hat diyar kirin ku li qada ku dar rakirin dê mescîdê ava bikin.    Li Navçeya Peyasê ya Amedê hat diyar kirin ku yekîneyên şaredariya Peyasê bi fermana Qeyûmê Peyasê li Park Orman a Peyasê 15 darên çam ji kok ve rakirin. Şevê din yekîneyên şaredariyê çûn parkê û bi fermana qeyûm dar rakirin. Park Orman” ku piştî qeyûm tayîn bû navê wê kerin “15 Temmuz Şehitler Parki” niha darên li parkê hatine çandin ji kok ve rakirin. Hat diyar kirin ku li cihê ku darên çam hatin rakirin dê mescît lê bê avakirin.