'Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe' ava kirin 2019-02-18 16:31:26 STENBOL - Bi banga HDK'ê û hevparên wê bi tevlêbûna gelek nûnerên saziyên demokratîk “Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe" ava kirin. Înîsiyatifê diyar kir ku daxwazên çalakgeran daxwazên wan e. Înîsiyatifê da zanîn ku dê di rojên pêş de Leyla Guven ziyaret bikin.    Bi banga Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û hevparên wê bi tevlêbûna gelek nûnerên saziyên demokratîk li otelek li Taksîmê kom bûn û “Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe" ava kirin. Di civîna înîsiyatifê de Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, Nûnerên Mala Gel û Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) amade bûn. Li salonê pankarta “Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe" vekirin. Di civînê de Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit axivî.    ‘LI HER DERÊ TECRÎ HEYE'   Koçyîgît, anî ziman ku Leyla Guven 103 roj in û girtiyên li zindanan jî 65 roj in li dijî tecrîde di grevê de  ne û wiha got: "Her ku roj derbas dibin rewşa tenduristiya çalakgeran bêtir dikeve rewşek xerab û tenduristiya wan betir dikeve talûkeyê ku paşve venegerin. Em daxwazên çalakgeran dubare dikin. Ji 5'ê Nîsana 2015'an de bi Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan re hevdîtin nayê kirin. 5'ê Nisanê, di milê siyasî de ji bo Tirkiye rojek guhertinê ye. Roja ku AKP ji pêvajoya aştiyê derbasî tundî û şer bûye ye. Piştî wê rojê her roj şer geş bûye. Êrîşên li dijî welatiyan her roj zêde bûne. Tecrida piştî 5'ê Nisana 2015'an li ser Birêz Ocalan dest pê kir, ne tenê li ser Ocalan li her qadê jiyanê û li ser hemû beşê cievakê tecrîdê dest pê kiriye. Îro di bingehê hemû pirsgirêkan de pirsgirêka Kurd heye. Em dizanin ku pirsgirêka Kurd bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiye ye."   'EM BANG LI HIKÛMETÊ DIKIN KU LI GORÎ HIQÛQA XWE TEV BIGERE'   Koçyîgît, destnîşan kir ku Leyla Guven 103 rojin di grevê de ye û wiha lê zêde kir: "Kesên îro di greva birçîbûnê de dixwazin tecrîdkirina mutlaq a Ocalan bi dawî bibe. Dixwazin malbat, parêzer bi Ocalan re bi rêk û pêk hevdîtin bikin û hevdîtin bi rêk û pêk pên kirin. Ji bo ev daxwaz pêk bên em dixwazin hikûmet li gorî hiqûq û zagonên xwe tev bigere. Daxwaza Leyla Guven daxwaza milyonan e. Ji ber vê yekê em wekî Înîsiyatifa "Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe" dixwazin ku daxwazên Guven bên qebûl kirin û gavên çareseriyê bên avêtin. Her ku diçe em dikevin nava pêvajoyek aloz. Îro li Îmraliyê zagon û hiqûq hatiye binpêkirin û mafê hevdîtinê yên hiqûqî û zagonî tên binpêkirin. Xwedîderketina van daxwazan xwedîderketina aştî û aramiya Tirkiye ye. An em dê mirovahiyê biparêzin, an jî emê têkevin nava tariyê û winda bibin."    DAXUYANIYA HEVPAR HAT DAYÎN    Piştre li ser navê Înîsiyatifê û saziyan Cansu Kalender daxuyaniya hevpar xwend û bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiye yên aborî û civakî û sedemên wan. Kalender, anî ziman ku bariyerên li dora wan tên pêşçan, dorên li Nokteyên Firo tina Tanzîmê, ew ji gelek tişt qut kirine û wiha got: "Bi hezaran kes li pêş Îş-kurê di dorê de ne. Çi bi hezaran karkerên betal ji yên din cudatir dike? Mamosteyên ku tayina wan dernakeve û karmendên nikarin tewawît bibin, an jî kesên ku di nava çar dîwaran de hatine hepiskirin. Yên wan ji hev cuda dike çiye. Karkerên di çalakiyên grevê de ye, Yên li serê kuçeyan radiwestin, yên ji ber nikarin bi zimanê xwe bi axivin tên wêdekirin, yên çand û nasnameya wan tê tunekirin elewî û yên din, yên me ji hev cuda dike çiye. Em hemû li dora rastiyekê di zîvirin. Em hemû di bin tecridê de ne. Di serî de Leyla Guven û bi sedan girtî îro ji bo balê bikişînin ser van pirsgirêkan û tecrîdê bederna xwe ji mirinê re razandine. Kesen ketine grevê dibêjin “Ev tecrîd li ser me tevan e." Canê xwe feda dikin û dixwazin rûmeta mirovahiyê xelas bikin. Ji bo diwarên nayên dîtin hilweşînin li ber xwe didin. Ji bo dîwarê di navbera me de rake vê yekê pêk tînin. Dixwazin li dijî vê feraseta ku mirovan û gelan ji hev qut dike û wan ji nirxên wan dûr dixe, jiyana nû biparêzen, aştî, xwişk  û biratî û edaletê pêş bixin. Ji ber vê yekê daxwazên wan daxwazên me ne. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Vîna wan peşeroja me ye. Dive em deng bidin dengê wan û bêjin êdî bes e. Divê êdî her kes bêjin 'Êdî bes e'."      ESP: ÇALAKIYA GUVEN LI SER MILÊ ME TEVAN E   Piştî daxuyaniyê  Wekîlê Serokê Gieşti ye Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Şahin Tumuklu, diyar kir ku di vê pêvajoyêde faşizm xwe ji nûve bi rêxistin dike û divê ew jî xwe ji nûve ava bikin û wiha got: "Çalakiya Birêz Leyla Guven ne tenê ji bo hevdîtinên li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re pêk bê ye. Peyamên din ên polîtîk jî dide me. Dixwaze polîtikayên şer bi dawî bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê barê çalakiya Leyla Guven li ser milê me tevan e."    PARTIYA ŞOREŞGER: ARMANC MEZINKIRINA BERXWEDANÊ YE   Cîgirê Serokê Gieşti yê Partiya Şoreşger Murat Bircan jî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Guven ji bo tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan  bi dawî bibe dest bi vê çalakiyê kiriye. Bang dike ku ev welat di bin tecrîde de ye. Dixwaze ev tecrîdali ser vî welatî rabe. karker, jin ciwan di bin tecrîdê de ye. Ne tenê Rêberê Gelê Kurd di bin tecrîdê de ye. Hemû welat di bin tecrîdê de ye."     DGDD: ÇALAKIYA LEYLA JI BO PÊŞXISTINA DEMOKRASIYÊ YE   Li ser navê Federasyona Komeleyên Anatoliya Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş, diyar kir ku çalakiya Leyla Guven û hevalên wê ji bo pêşxistina demokratîkbûna vî welatî ye û wiha got: "Tu mafê kesî tune li ser vî welatî tecrîdê pêk bînin."   OHP: ÊME HEMÛ BI VÎ AGIRÎ BIŞEWITIN      Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) Sinan Zîncîr jî anî ziman ku her çirûskek li derve pêş dibe bêtir ruh dide yên hundir û wiha got: "Daxwaza çalakgeran pir zelal e. Dixwaze dewlet hiqûqa xwe pêk bîne. Abdullah Ocalan li Grava Îmraliyê hikumxwar e. Ji bo hikûmxwaran parêzer her saet di nava hefteyê de dikarin biçin hevdîtin bikin. Lê em wekî parêzerên wî nikarin vê hevdîtinê pêk bînin. Girtiyên rastî cezayê muebetê tên malbat dikarin mehê du hefteyan hevdîtin pêk bînin. Ev mafê wan ê hiqûqî û zagonî ye. Ji 27'ê Tirmeha 2011'an heta niha parêzerên wî nikarin hevdîtinê bikin. Parêzerên wî her hefte serlêdan dikin, lê serlêdana wan tê redkirin. Malbat 4 salin nikarin hevdîtin pêk bînin. Li Îmraliyê qadek tarî hatiye avakirin. Daxwaz pir zelal in. Em dixwazin hiqûq û zagonên xwe pêk bînin. Ger ku ev yek pêk nê ev agir tê me tevan bişewitîne."    SYKP: EM NEBIN ŞIRÎKÊ TECRÎDÊ   Nûnerê Partiya Partiya Ji Nûve Avakirinê ya Sosyalist (SYKP) Îlhan Yıldırım, jî anî ziman ku îktîdarê 20 salin nijaderestî û şovenizm kiriye lîstika dengan û wiha got: "Em nebin şirikê vê tecrîdê."    Sazî û navên di nava ÎNisiyatifê de cih digirin wiha ne: "Alinteri, ÎNîsiyatifa Piştevaniya Girtiyan, ESP, SYKP, Partiya Kesk û Çep, SODAP, Rojnameya Politika, KOZ, Kaldıraç, Partiya Şoreşger, DBP, EMEP, Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, Banga Ji bo Cîhana Nû, Hewldana 78’an, TOP, Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat, Îşçi Sozu, Teori û Politika, DAD, ÇHD."