ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-06 09:01:47 * Berdevka Meclisa Jinên HDP'ê Besîme Konca, aşkera kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demek ji ya din zûtir bê rakirin û wiha axivî: “Em wekî jin em ê vê tecrîdê teqes qebûl nekin. Em ê bi hemû şahî û çalakiyan dengê xwe hêj bilindtir bikin." * Welatiyê bi navê Murat Yildiz ê di bin çavan de hat windakirin, ji bo lêpirsîneke hêj bi bandortir pêk bê, malbatê serî li Serdozgerê Komarê yê Gebzeyê da û doza "nediyariyê" vekir. Dayik Hanîfe Yildiz a ku bi destê xwe kurê xwe teslîmê qereqolê kir, 22 sal e agahî ji kurê xwe nagire û got ku "Ez dozdarê dewletê me."   * Qada li Bornovayê ku wezaretê pîleya SÎT'ê daxist û plana îmarê guherand, her çendî dadgehê betal kir jî înşaeta dibistana taybet dest pê kir.   *  Sîmon Pîlîphs ê ji Îngiltereyê li Bodrumê bi cih bû, li dijî wêrankirina xwezayê ya li Tirkiyeyê pedalan dizivirîne û hewl dide di civakê de li hemberî xwezayê hestiyarbûnê derxe pêş.   *  Nivîskar Omer Agin destnîşan kir ku hişmendiya dewleta neteweyî ji pirsgirêkên civakê re nabe bersiv, piştrast kir ku paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo cîhanê destkeftiyeke û dikare ji pirsgirêkên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê re bibe bersiv.   * Karkeren Kod-A yên ji kar hatin derxistin, diyar kirin ku karkerên Plaza di bin zextên pir dijwar de dixebitin. Karkeran anîn ziman ku vexwarina avê bi kontrol e û ji bo biçin tuwaletê girtekê digirin. Karkeran, destnişan kirin ku telefon jî qedexe ye.    * Derket holê ku berî hefteyekê Serokê Buroya Ewlekariya Neteweyî ya Sûriyê Alî Memlûk bi berpirsiyarekî Amerîkayê yê payabilind re li paytexta Sûriyeyê li Şamê civînek pêk aniye. Tê gotin ku ji 2011’an ve yekemîn car e ku her du alî di civîneke wiha de tên cem hev.       * Meclisê der barê êrîş û muameleya xirab a li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê de daxuyanî da û îdia kir ku ne girtî, gardiyan hatine derbkirin. Hat diyarkirin ku 11 roj cezayê hucreyê li girtiyan hatiye birîn.   * Koma Pel a muzîkê ya li Edeneyê xebatên xwe dike li dijî pergalê klîba bi navê "Biqîre" amade kir. Stranbêjê komê Îlyas Arzu got ku "Em wekî Koma Pel ji bo ji yek rengiya rejîmê re bêjin raweste, me got 'Biqîre"   * Hin ciwanên li Cizîrê sîxuriyê li ser wan ferz dikin, diyar kirin ku hin kesên xwe wekî polîsên di yekîneyên îstixbaratê de xebatkar didin nasîn, aşkera kirine ku ew dê hin madeyên teqemeniyê û çekan temîn bikin, dê bi vana hin kesên li taxê ji bo çalakiyan îqna bikin.   * Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, dê li avahiya navçeya Akdenîzê dest bi greva birçîbûnê bike (12.00) BI DÎMEN E     * Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê de ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Stenbolê hatiye destpêkirin, dê navçeyên Kartal, Başakşehîr û Kagithaneyê dewr bigirin.  (13.30)   * Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" dê di roja 363'yan de li Kolana Yukselê dewam bike. (13.30-18:00)