Saziyên Êzidiyan dê li pêş CPT çalaki pêk bînin 2019-02-18 13:21:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan, Meclîsa Şengalê Derveyî Welat, Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan jî nav de gelek saziyên Êzidiyan ji bo çalakiya 21'ê Sibatê ku li pêşiya avahiya CPT’ê ya li Strasboûrgê pêk bînin bang li hemû êzîdî û nûnerên rêxistinên demokratîk kirin ku tev li çalakiye bibin.    Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan, Meclîsa Şengalê Derveyî Welat, Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan jî nav de gelek saziyên Êzidiyan ji bo çalakiya di 21'ê Sibatê de li pêşiya avahiya CPT’ê ya li Strasboûrgê pêk bînin, bang li hemû saziyên demokratîk û gelê êzîdî kirin ku tev li çalakiyê bibin.    Rêxistinên Êzîdiyan daxuyaniya hevpar dan û bang kirin ku her kes tev li çalakiyê bibe. Saziyan di daxuyaniya hevpar de ev bang kirin: “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 3 mehan e ku bi pêşengtiya Leyla Guven berxwedana rûmetê tê meşandin û li tevahiya cihanê çalakiyên grevên birçîbûnê berdewam in. Em sazî, dezgeh û partiyên Êzidiyan û pêkhateyên wê piştevaniya berxwedêrên grevên birçîbûnê dikin. Li ser vî esasî, ji bo azadiya Rêber Apo û jiyaneke bi rûmet em bangî hemû civaka Êzidiyan dikin ku bi giyanê berxwedana dîrokî tevlî daxuyaniya li pêşiya avahiya CPT’ê ya li Strasboûrgê bibin. Çalakî ew ê di 21’ê Sibatê saet di 10.00’an de li Avenue de l'Europe 1 67000 Strasboûrgê wê were lidarxistin."   Saziyên Civaka Êzidî yên bangawaziyê ji bo daxuyaniyê dikin:   Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK)   Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD)   Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ)   Navenda Çanda Êzîdxan (NÇÊ)   Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdiyên li Bakurê Kurdistanê   Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ)   Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ)”