Jinên Wanî: Berxwedana Leyla ji bo mirovahiyê ye 2019-02-18 12:54:52   WAN - Jinên Wanî, xwestin ku demildest daxwaza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 103 rojin ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, bê qebûl kirin û gotin: Berxwedana Leyla ji bo  mirovahiyê û em di xala dawî dene.”   Berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de destpê kir, di roja 103’yemîn de berdewam dike.   Li girtîgehên Tirkiyeyê jî bi heman daxwazê çalakiya grevên birçîbûnê berdewam dikin. Jinên Wanî, diyar kirin ku daxwazên Leyla Guven û girtiyên siyasî di heman demê de daxwazên jinên kurdin û gotin: “Divê demildest hikûmet bikeve nava liv û tevgerê û gav bavêje.”   'GER GAV NEYÊ AVÊTIN DÊ AŞTÎ BIBE XEYAL'   Rojbîn Bor, anî ziman ku Leyla Guven vîna gele û wiha axivî: “Di rewşek krîtîk deye gotin, ev tê wê wateyê em pir dereng mane. Niha ber mirinê ne. Ev rewşek bir xerabe. Parlementerek ji bo ku hiqûq, edalet û qanûn bên bi cih anîn 103 rojin bedena xwe ji birçîbûnê re razandiye. Piştî çalakiya Guven giha astekê hat berdan. Lê ya dihat xwestin ne berdan bû. Tenê daxwazekê wê heye, ew jî rakirina tecrîdê ye. Ev daxwaza Guven daxwaza gelê Kurde. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Êdî em di xala dawî dene. Ger di demek wiha de aştî pêk neyê, dê êdî aştî bibe xeyal.”    'EV BERXWEDAN JI BO PÊŞEROJA MIROVAHIYÊ YE’   Edîbe Babûr jî, da zanîn ku divê daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê dene bên qebûl kirin û wiha gott: “Hikûmetê xwe ker û lal kiriye. Em jin vê bêdengiyê qebûl nakin û bi înad emê dengê xwe bilind bikin. Em ji vê berxwedanê hêz digirin. Dewlet  welat ber bi zinaran ve dibe. Yek jin tê wateya aştî û hizûrê. Parlementera me Leyla jî di vê wateyê de berxwedanek pêş xist. Berî ku zêdetir dem bê winda kirin, divê em guh bibin çalakiya Guven. Ji ber ku ev berxwedan ji bo pêşeroja mirovahiyê ye.”    'BILA TECRÎD RABE’   Sakîne Kûtpinar jî, bal kişand ser rewşa tenduristiya Guven û wiha bilêv kir: “Em dixwazin tecrîd bê şikandin û dayîkên me êdî rondikan nebarînin. Berî demek kin Guven rakirin nexweşxanê. Ji ber ku dermankirin qebûl nekir, wê girtin beşa lezgîn. Divê demildest daxwaza Leyla Guven bê qebûl kirin û êdî tecrîd rabe.”