Îşkence li zarokan kirin û bêyî xwendinê belge dan îmzekirin 2019-02-18 10:36:37   WAN - Li Wanê 3 zarokên 14, 16 û 17 salî yên di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin. Di rapora tenduristiyê de jî hat dîtin ku zarok rastî îşkenceyê hatine. Zarokên hêj di bin çavan de ne ji komîsyona Baroyê re diyar kirin ku li qereqolê rastî îşkenceya giran hatine û serê wan xistine klozetê. Zarokan diyar kirin ku bêyî belgeyan bixwînin bi zorê bi wan dan îmzekirin. Prz. Nacî Duman diyar kir ku ew hêj nizanin çi bi zarokan daye îmzekirin.    Li taxa  Xaçortê ya Rêya Armuşê ya Wanê 3 zarokên di 15'ê Sibatê de hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Asayişê ya Wanê rastî îşkenceya giran hatin. Zarokê 17 salî O.D, yê 16 salî Ş.Y û yê 14 salî O.S,  ku di saetên êvarî de hatin binçavkirin li şaxa asayişê rastî îşkenceya giran hatin. Zarokan diyar kirin ku polîsan bi qundara çekan li serê wan xistiye û serê wan xistiye klozetê. Zarokên rastî îşkenceyê hatin di gelek laşê wan de birîn û şikestin çêbû. 3 zarokên rastî îşkenceyê hatin serpêhatiyên xwe ji Endam û Serokê Komîsyona Mafên Mirovan û Mafê Zarokan a Baroya Wanê re vegotin. Ji 3 zarokên ku hêj li Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Wanê ten girtin, O.S, ji ber rastî îşkenceyê hat çavê wî yê çepê kor bûye. Îşkenceya ku li zarokan hatiye kirin di rapora Nexweşxaneya Lêkolîn û perwerdehiyê ya Herêma Wanê de jî hat dîtin.    Zarokan serpêhatiyên xwe ji parêzerên Komîsyona Baroya Wanê re vegotin: Zarokê 17 salî O.D., yê 16 salî Ş.Y. û yê 14 salî O.S.  diyar kirin ku li qereqolê rastî îşkenceyê hatine û serê wan xistiye klozeta tuwaletê û çêr li wan kirine.    Prz. Nacî Duman, piştî bi zarokê 17 salî O.D. re hevditin kir, diyar kir ku zarok ji aliyê derûnî de rewşa wan nebaş e û bi zorê ewrak bi zarokan dane îmzekirin. Prz. destnîşan kir ku destûr nedane zarok belge û ewraqan bixwînin û bi zorê belge bi wan dane îmzekirin û wiha got: “Di 16'ê Sibatê de polîs dîsa çûne Şaxa Zarokan û bi zarokan re hevditin kirine. Bi zorê ewrak bi zarokan dane îmzekirin. Zarokan xwestine ewraqan bixwînin lê gotine 'Hûn îmze bikin ev we eleqeder nake' û bi tirsê ewrak bi zarokan dane îmzekirin. Di nava ewraqan de çi heye naveroka wan çiye hêj agahiya me tune ye. Zarokên ku rastî lêdanê hatine û ruyê wan reş û şîn bûye hêj îfadeya wan nehatiye girtin. Zarokên ku hêj li Şaxa Zarokan tên rawestandin tramvayek mezin mezin derbas kirine. Em tev dizanin ku zarokekî 16-17 salî rastî tundî û îşkenceyek wisa giran bê dê travma derbas bike. Piştî îfade dan û şûnde emê fêr bibin ku di îfade û dosyayê de çi heye. Niha di dosyayê de çi heye em nizanin. Di bin navê sohbetê de bi zarokan re mulakat kirine. Be bihist ku hin tişt bi tirsê bi zarokan dane qebûlkirin. O.D. ewil der barê xwe de ne axivî û piştre axivî.    MA / Mujdat Can