Mizrakli: Qeyûm malê şaredariyê dewrî Diyanetê dike 2019-02-18 10:18:34   AMED - Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli, diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re Qeyûmê Amedê Cumali Atilla ketiye nava heyteholê û malê şaredariyê bê qanûn û pîvan dewrî Diyanet û Wezareta Karên Hundir dike.      Ji Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê re 40 roj man. Piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî ket rojevê gelek lîstik û hîleyên qeyûm û AKP'ê yên li bajarên herêmê derketin holê. Yek ji van lîstikan jî Qeyûm ji niha de malên şaredariyê dewrî dewletê dike. Têkildarî mijarê Namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli, bal kişand ser mijarên girîng. Mizrakli, diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re Qeyûmê Amedê Cumali Atilla ku bi KHK'ê hat ser kar ketiye nava heyteholê û malê şaredariyê bê qanûn û pîvan dewrî Diyanet û Wezareta Karên Hundir dike.    ‘DU MALÊN NAYÊN VEGUHESTİN DEWIR KIR'   Mizrakli, destnîşan kir ku qeyûm 2 mal û milkên şaredariyê yên nayên veguhestin dewr kiriye û wiha got: "Qeyûm malekî aydî şaredariyê ku nayê veguhestin dewrî Qeymeqamiya Peyasê kiriye û malekî din ê nayê veguhestin jî dewrî Muftîtiya bajar kiriye. Ev yek li dijî isûl û pîvanan kiriye. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re ketiye nava heyteholê û wekî mal ji agir birevîne lez dike." Mizrakli, da zanîn ku ev malê ji şaredariyê dewr kiriye yek jê dewrî Karê Diyanetê û yek jî dewrî Wezareta Karên Hundir kiriye. Malekî nayê veguhestin dewrî Qeymeqamê Peyasê kiriye. Malê din jî avahiya şaredariyê ya berê ya li tenişta Mizgefta Mezin dewrî Muftîtiya Bajar kiriye. Diyar dikin ku bi biryara meclisê dewir kirine. Lê li holê meclîs û biryara meclîsê tune ye. Tu carî meclîs kom nebûye.    Mizrakli, da zanîn ku qeyûm di nava 2 sal û nîvan de malên şaredariyê ku bi kedek mezin hatiye avakirin talan û wêran dike. Butçeya wê xelas kiriye. Hem mal û milkê wê talan kiriye û hem jî malê şaredariyê ku nayê veguhestin dewr kiriye. Derxistiye firotinê. Her çend me hewl da em hinekan rawestînin jî gelek ji wan tahsîs kiriye. Em dibînin ku gelek malên şaredariyê ku nayên veguhestin tahsîlî wezareta karên hundir û dîyanetê kiiye. Bê pîvan malê şaredariyê li der û dorê xwe belav kiriye.    Mizrakli, herî dawî anî ziman ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re wekî ku mal ji agir birevîne ketiye nava heyheholê û malê şaredariyê dewrî diyanet, wezareta karên hundir û şîrketên nêzî xwe dike û wiha bi dawî kir: "Bi taybetî li Sûrê em bûn şahidê vê yekê. Me dît ku 14 parsêlên mezin ku nêzî 180 dolim (hezar metrekare) çawa pêşkêşî hevkarê xwe dike. Me mudaxaleyî wê kir û rawestnad. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye wî halî ku nikare krêdî bistîne. Ji aliyê Dîwana muhasabatê jî ev yek aşkere kir. Heta qirikê şaredarî xistine nava deynan. Em dizanin ku Banga Bajaran ji qeyûman re ji bo krêdîyan gotiye 'êdî bes e.' Dema şaredarî xesp kirin sifir deynê wan hebûn û di qaseyên wan de 13 Milyon TL butçeya wê hebû. Lê niha daxwaza wê ya krêdiyê red dike.    MA / Lezgîn Akdenîz