Ji bo zarok necemidin konser hat lidarxistin 2019-02-18 09:32:15 AMED – Hunermend Berfîn Aktay ji bo zarokan konser da û got bila zarok necemidin.  Civata Bila Zarok Necemidin ji bo piştgiriya zarokan konsera hunermend Berfîn Aktay li dar xist. Konser li cafeyek semta Ofîsê ya Amedê hat lidarxistin û gelek welatî beşdar bûn. Hunermende Aktay stranên hi hev xweştir got.   Aktay di konsere de kurte axaftinek kir û da zanîn ku ji ber ev bername ji bo alîkariya zarokan e ew bi kêfxweşî beşdar bûye û ji bo zarok siberojin divê bi her awayî xwedî li wan bê derketin.    Endama Cıvata Bila Zarok Necemidin Hêlîn Kartal jî axaftinek kurt kir û anî ziman ku ji bo armanca wan xwedî derketina zarokan e ew vê konsere ji bo zarokan li dar dixin û xwest her kes alîkariyê bide zarokan. Kartal got dahata konserê bexşî zarokan dê bê kirin.   Konser li ber stranên kurdî bi dawî bû