Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen 2019-02-18 09:11:30 NAVENDA NÛÇEYAN – 21’ê Sibateke din jî nêz bû. Lê hîn jî zimanê bi milyonan kurdî, bi polîtîkayên tekparêz û asîmilasiyoneke hişk tê çewisandin. Bi boneya vê rojê, belkî jî tişta di cî de ev be, helbestkarê “Zimanê Kurdî” û sirûda kurdî Şikoyê Hesen ku bûye şahidê êş û azarên civaka xwe û bi 4 dîwanên qerase kuliyata helbesta kurdî û peyva kurmancî xweşiktir kiriye, careke din bê bibîranîn.  Helbest û helbestkariya erdnîgariyeke ku bi salan tê dagirkirin û talankirin, bêguman hem zehmet e, hem jî binbariyeke giran e. Lew, di hunerê de helbest dîsîpîlîneke xweser e û çi bi taybetmendiya xwe, çi jî bi karaktera xwe, bi tena serê xwe berpirsiyariyeke mezin e. Hesas e, pênasekirina wê zehmet e; eynî wekî avê. Çawa ku bi hezaran sal e felsefevan û zanyar di pênasekirina avê de li hev nakin, ji ber ku li gor her helbestkarî tarîfeyeke helbestê heye, mirov nikare ji bo helbestê jî çêla pênaseyeke mutleq bike. Ji lew re av, muhaseleya hemû çêj, reng û bêhna ye. Kaniya jiyanê ye. Helbest jî, hêmana arişî ya vê kaniyê ye. Derî li hêviyê vedike, xwesteka ji bo jiyanê xurt dike, hêzê li hêza dilî bar dike, cîhanê bi wate dike, îşaret bi tişta nehatiye gotin dike…    Helbestkarê ku dibe destgirê vê jiyanê û bi helbestên xwe dihizire jî, tişta der barê dîrok û cîhanê de di parzûna xwe re diparzinîne. Helbestkar bi binbariya ku hestên civakê û bîra netewî tim bi ruh û can bike, bi dengê xwe, bi peyva xwe bawer e û xwe dispêre risteya xwe. Hêz û quweteke di wesfê şoreşê de li peyvê bar dike û li ber siya peyvê pêşî rê li ber azadiya hundurîn vedike. Bindestî û kedxwariyê red dike. Di tarîtiyê de dibe kundê Mînervayê û di hemû raweyên demî de rastiyeke şoreşgerî diafirîne    Yek ji helbestkarên ku vê dîsîplîna xweser û pênasekirina wê zehmet ji xwe re kiriye xem û bi peyva xwe bûye destgirê jiyanê, Şikoyê Hesen e. Helbestkarê kilama “Bi xemil, rewş e / Şîrin û xweş e / Zimanê kurdî… Beyta Feqî ye / Sewta Xanî ye / Zimanê kurdî" ku bi sewta Aram Tîgran tim li ser zimana ye.    21’ê Sibateke din, Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê nêz bû, lê belê hîn jî zimanê bi milyonan kurdî, bi polîtîkayên tekparêz û asîmilasiyoneke hişk tê çewisandin. Bi boneya vê rojê belkî jî tişta di cî de ev be ku helbestkarê “Zimanê Kurdî” û sirûda kurdî Şikoyê Hesen ku bûye şahidê êş û azarên civaka xwe û bi 4 dîwanên qerase kuliyata helbesta kurdî û peyva kurmancî xweşiktir kiriye, di vê rojê de careke din bê bibîranîn.    Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, gelek kurdên ji komkujiya ermen-kurd-êzidiyan filitîn, ji devera Qers û Wanê berê xwe dan welatên Qafqasyayê. Yek ji van malbatan jî malbata Şikoyê Hesen e. Bavê Hesen, Ahmedê Hesenê Mido ji gundê Şatiroxlî yê Qersê koçî gundê Camûşavana nehiyeya Axabaran a Ermenîstanê dike. Mido, di 25 saliya xwe de ji ber êş û azaran nexweş dikeve û dimire. Dema Mido dimire, Hesen hîn 5 salî ye û apê wî Sofî xwedî lê derdikeve û wî dide ber xwendinê.    EVÎNDARÊ ZIMAN Û WÊJEYA XWE    Hesen, heta pola çaran li gundê Camûşavanê dixwîne û dû re diçe Elegezê û li wir dibistana navîn dixwîne. Di sala 1948’an de li Zanîngeha Yêrîvanê ya Dewletê, di Beşa Rojhilatnasiyê de bi cih dibe û di sala 1953’yan de kuta dike. Di dema xwendekariya xwe de tesîrê ji mamosteyê xwe Hraçya Açaryan digire û wî esas digire. Piştî ji vê beşê mezûn dibe, di navbera salên 1954-57’an de li gundê Baxnarê yê nehiya Gargayê (Abxazî), mamostetiya Ziman û Wêjeya Ermenkî dike. Lê ji ber Hesen evîndarê ziman û edebiyata xwe ye, di sala 1959’an de vedigere Yêrîvanê. Di Radyoya Yêrîvanê de, di serwîsa kurdî de edîtorî, wergeriyê dike û daxilî nav xebatên wêjeyî dibe. Hesen, qîma xwe bi vê jî nayne û di sala 1961’ê de ji bo doktorayê dikeve ezmûnan û serî li Aspîranturiya (doktora) Akademiya Ermenîstanê ya Zanistiyî dide. Piştî serlêdana wî tê qebûlkirin, ji bo Beşa Kurdolojiyê diçe Lenîngradê. Li gorî lêkolîna Eskerê Boyîk a bi navê “Çanda Kurdên Sovêtê”, Hesen di sala 1965’an de ji ber destengî, tunebûnê û nexweşîna lê peyda bûye, xwendina xwe ua doktorayê temam nake û vedigere Yêrîvanê. Lê li gor pêşgotina E. Y. Bekoêva ya di pirtûka “Meremê Dilê Kurda” de, Şikoyê Hesen doktora xwe temam kiriye, paşê vegeriyaye.    BÊTALIHÎ Û DESTENGÎ     Piştî Hesen ji Lenîngradê vedigere, bêtalihî û destengî dest dixin pêxêla wî. Rewşa wî ya aborî nebaşe, nikare debara zarokên xwe bike. Ji ber vê xizaniyê zarokek wî dimire û ji neçarî mala xwe ji Yêrivanê bar dike û berê xwe dide bajarê Tilbisê. Her wiha wî wextî êdî tu kes berhemên wî jî çap nakin. Tê gotin, wî wextî gelek nivîskarên desthilat hebûne û ji xeynî pirtûkên xwe, ên nas û dostên xwe rê nedane ên wek Şikoyê Hesen. Lewra wê çaxê li Sovyetê çapxane di dest dewletê de bûye, bêyî destûr û biryara dewletê pirtûk nedihatin çapkirin û  nivîskaran li gor hejmara çapkirin û firotina pirtûkan pereyekî baş distand. Ji ber vê neçapkirin û destengiyê, Hesen berê xwe dide Tilbisê û li wir jî bi zehmetî û destengiyan re rû bi rû dimîne. Ji ber ku Hesen, nikare di wan şertên heyî de debara xwe bike û tev bigere, di sala 1976’an di 48 saliya xwe de întihar dike. Lê belê, tê gotin kesên ku berhemên Hesen çap nedikirin, piştî mirina wî berê xwe dane şêwe û cureya helbestên Hesen û bi awayê wî dest bi nivîsandina helbestan kirine. Her wiha tê gotin, piştî mirina wî gelek kesan berê xwe daye mala wî û helbestên wî bi pera kirîne û hinan jî helbestên wî dizîne û li ser navê xwe çap kirine.      QALÇÎÇEK, TEMBÛRÊ KURDA, MEREMÊ DILÊ KURD   Şikoyê Hesen, ku li Qafkasyayê tevî Fêrikê Ûsiv û Mikaêlê Reşîd pencereyeke nû li helbestê vekiriye, hîn di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de bi baldariyî nêzî ziman û helbestê dibe. Hîn şagirtê zanîngehê ye helbestên wî pêşî di rojnameya zanîngehê û paşê di Rojnameya Rya Teze de tên weşandin. Gelek helbestên wî li Lenîngrad, Tilbis û Yêrîvanê li zimanê rûsî, gurcî û ermenkî tên wergerandin. Pirtûka wî ya ewil în “Qalçîçek”, di sala 1961’ê de tê çapkirin. Dema “Qalçîçek” tê çapkirin, bi şêwe û teşeya xwe bala gelek xwendevan û wêjehezan dikişîne. Her wiha nivîskar û lêkolîner Emînê Evdal, wê demê di Rya Teze de li ser vê berhema wî gotarekê dinivîsîne. Piştî Qalçîçekê, di sala 1965’an de bi navê “Tembûrê Kurda” pirtûka wî ya dudoyan tê çapkirin. Di vê berhema xwe de helbesta xwe hîn wêdetir dibe û dibe mijara gelek gotaran.   ‘JI BO CIMAETA KURD WEK DÎKÊ SIBÊ DIKILE’    Piştî “Tembûrê Kurda” di sala 1971’ê de bi navê “Meremê Dilê Kurd” berhema wî ya sisêyan tê çapkirin. Li gor her du berhemên xwe yên din, di vê berhema xwe de bi metafor û hêmayên cihê û dengekî cudatir helbesta xwe lêdike. Di “Tembûrê Kurda” de, bi piranî li ser mijarên Şoreşa Oktobirê, komunîzmê, zor û zehmetiyên li Sovyetê, têkoşîn û berxwedana gelê kurd a ji bo azadiyê hûr dibe. E. Y. Bekoêva di pêşgotina vê pirtûkê de ji bo Hesen dibêje: “Şayîr bo cimaeta kurd bi gumaneke mezin wek dîkê sibê dikile.”    Piştî mirina Hesen, di sala 1977’an de bi navê “Perwaza Weten” pirtûka wî ya çaran tê çapkirin. Her wiha gelek weregerên wî yên ji zimanê rûsî, ermenkî û gurcî jî hene. Lê her wiha tê gotin, Hesen gelek berhemên xwe jî şewitandine. Heta niha ji bilî hin helbestên wî yên hilbijarte ku di sala 2008’an de bi edîtoriya Tosinê Reşîd bi navê “Payîz û Ba” ji Weşanxaneya Avestayê çapbûne, pirtûkên wî bi latînî nehatine çapkirin.    MA / Rêdûr Dîjle