Birca Keçike piştî sê salan bi ‘destûr' hat vekirin 2019-02-17 17:41:44   AMED - Birca Bizina ya ji dîroka qedexeya derketina derve ya di 2’yê Kanûna 2015’an de li Sûrê hat îlankirin û vir girêdayî 'destûr xwestinê’ nû ji ziyaretvanan re hat vekirin.    Piştî li navçeya Sûrê ya Amedê, di 2’yê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlan kirin, Birca Bizina ya dîrokî ya Deriyê Mêrdînê li ziyaretvanan hatibû girtin.    Di dema dewamkirina operasyonên di dîroka 15’ê Gulana 2016’an de, polîsên hêzên teybet li Birça Bizina tualeta mobîl lê bi cih kiribûn. Ji ber bertekên mezin bûn, tualet hatibû rakirin. Piştî tualet hat rakirina, di 19’ê Gulana 2016’an de vê carê jî, polîsan kozikên xwe li Birça Bizinan avakirin. Li ser birçê pergala kamera û ceyranê hatin avakirin û bi tonan kîsên giran ên xizê li ser birçê hatin bi cih kirin.    Birça ku hîna jî bi bariyeran girtiye, ev 3 sal û 2 mehbûn li ziyaretvanan girtîbû. Piştî 3 sal û 2 mehan îro Birça Bizinê li ziyaretvanan hat vekirin. Piştî Birça Bizinê ji ziyaretvanan re hat vekirin, rojnamegerekê xwest biçe ser Birça Bizinan, lê polîsan destûr nedan.    Rojnamegerê nekarî biçe Birça Bizinan, diyar kir ku polîsan ji wî re gotiye ku serdana Bircê bi destûr xwestina ji Navenda Polîsan a Navçeya Surê ya Amedê ve girêdayî ye.