HDP'ê li Mêrdîn yekemîn buroya hilbijartinê vekir 2019-02-17 15:03:56   MÊRDÎN – Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê di çarçoveya xebatên  hilbijartina 31'ê Adadê de yekemîn buroya hilbijartinê li navçeya Mîdyatê bi girseyî vekir. Konvoya HDP'ê bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Namzetên hevşaredaran ên HDP’ê soz dan gel ku dê bi hevre bajar û navçeyên xwe bi rêve bibin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi tevlêbûna namzetên hevşaredaran bi girseyek mezin yekemîn buroya hilbijartinê li Navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê vekir. Girseya HDP'ê bi tevlêbûna Namzetên Hevşaredariya Mîdyatê Havva Balci û Osman Demircî, yekemîn buroya hilbijartinê ku Navenda koordinasyonê ye vekir. Konvoya ji dehan maşîneyan pêk dihat ji Mêrdînê hatin Mîdyatê û tev li şaiya vekirina buroyê bûn. Namzetên Hevşaredariyên navçeyên Mêrdînê yên HDP’ê û parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk jî tev li şahiya buroyê bûn. Karwana HDP'ê ji aliyê jin û ciwanan ve bi tilîlî, dirûşme û coşek mezin ve hatin pêşwazîkirin. Karwana maşineyan piştî li navçeyê tûr avêtin li taxa Cumhuriyetê kom bûn. Girseya ku li ber Navenda Koordînasyonê kom bû, bi coşek mezin buroya hilbijartinê vekirin. Dayikên Aştiyê qurdeleya buroyê bi tilîliyan birîn û derbasî buroyê bûn.    Namzeta  Hevşaredariya Mîdyatê Havva Balci bang li welatiyan kir û diyar kir ku soz dide ku navçeyê bi gel re bi rêve bibe û vîna gel tev li vîna şaredariyê bike.    Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelik jî diyar kir ku Mîdyat laqiyî ku HDP wê bi rêve bibe û wiha got: "31'ê Adarê ne tenê roja ku deng bidin namzetên HDP’ê ye. Di heman demê de roja şikadina tecrîda li ser Tirkiye ye. Bersîvdayîna tecrîdkirina Tirkiye ye. Yên ku îro li îktidarê ne laqiyî gelê Tirkiye ne. Divê em di 31'ê Adarê de hesabê vê zilmê bipirsin."