Di teqîna li Kerkûkê de 4 kes mirin 18 kes jî birîndar bûn 2017-11-05 20:35:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ber baregeha çekdarên Seray Selam a li bajarê Kerkûkê du teqîn pêk hatin. Her wiha du bombe jî hatin bêbandorkirin. Di teqînê de 4 kes mirin 18 kes jî birîndar bûn.   Îro saet di 14:17’an de li Taxa Etles a bajarê Kerkûkê du teqînên xwekujî çêbûn. Hat diyarkirin ku her du êrîş jî li dijî baregeha çekdarên Seray Selam pêk hatine.   Şahidekî bûyerê ji Ajansa RojNewsê re axivî û ev tişt got: “Destpêkê parêzvanên baregeha çekdarî ya Seray Selam xwestin êrîşkaran bikujin, lê berî ku ew wan bikujin, êrîşkaran xwe teqandin. Piştre bi dûrahiya 50 metre xwekujekî din jî xwe teqand. Piştî her du teqînan her li heman cihê bûyerê 2 bombên pêştir hatin danîn ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Kerkûkê ve hatin bêbandorkirin.”   Li gorî agahiyên ji çavkaniyen herêmê hatine girtin, 4 kes di teqînê de mirine û 18 kes jî birîndar in. Li cihê her du taqînan zerarek mezin a madî jî çêbû. Di teqînê de hin maşîne jî zerar dîtin.   Ew avahiya ku niha çekdarên Seray Salim têdene, wekî baregeha didan xebatê û li Taxa Qudsê ya bajarê Kerkûkê ne. Berê baregeh ji hêla pêşmergeyên PDK’ê ve dihat xebitandin