Dolmîşa ji nîşaniyê vedigeriya qulipî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da 2019-02-17 14:39:07   MÊRDÎN - Dalmîşa ku ji nîşaniyê ya li Bedlisê vedigeriya Mêrdînê qulipî şerenbolê. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.    Dolmîşa ku welatiyên ji navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ji bo nîşaniyê birin Bedlisê, di vegerê de qulipî şerenbolê. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya Navbera Mêrdîn û Mîdyatê pêk hat. Dolmîşa plakeya wê 21 GP 428 ku navê ajokarê wê nehat zanîn, piştî ji rê derket qulipî şerenbolê û teqil avêt. Hat diyar kirin ku di qezayê de 3 kesan ji yana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn. Yekîneyên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan. Kesên ji yana xwe ji dest dan jî ji bo otopsiyê rakirin morgên nexweşxaneyan.