Trûmp ji welatên Ewropa xwest DAÎŞ'iyên xwe darizînin 2019-02-17 14:03:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp di serî de bang li Kralîyeta Yekbûyî, Fransa û Elmanya û welatên Ewropî kir ku welatiyên xwe yên DAÎŞ'î yên di dest QSD'ê de bistînin û wan darizînin.    Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) Donald Trûmp li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, ''DYE bang li Kraliyeta Yekbûyî, Fransa, Elmanya û hevkarên wan ên din ên Ewropî dike. Ji bo 800 DAÎŞ'iyên li Sûriyê girtî ne, werin darizandin, wan bibin û darizînin. Trûmp got: ''Alternatîfeke din nîn e, an na em ê ji bêgavî wan berdin. DYE naxwaze ku şervanên DAÎŞ'ê li Ewropayê berbelav bibin''. Trûmp got, li dijî DAÎŞ'ê dema ku serfirazî mîsoger bû ew ê vekişin.   Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî gelek caran bang li welatên biyan kiribû ku endamên welatiyên xwe bibin û darizînin.