Berxwedana Leylayê di roja 102'yemîn de di dorpêça polîsan de didome 2019-02-17 13:26:50   AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 102'yemîn de di bin dorpêça polîsan û maşîneyên zirxî de berdewam dike.    Berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 102'yemîn de di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de berdewam dike. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de ketibû grevê û 102 rojin di grevê de ye. Guven, dema di 8'ê mıjdara 2018'an de bi rêyea SEGBîS'ê beşdarî danişînê bû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îlan kir ku heta tecrid bi dawî nebe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dike. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir di 12'ê Çile de Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û tenê 15 dek hevdîtin hat kirin. Guven diyar kir ku bi dîtina 15 dk yan tecrîd naşikê û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25'ê Çile de Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe ya grevê berdewam kir. Guven, dîsa diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bike û 102 rojin bi biryar çalakiya xwe berdewam dike.    GUVEN MUDAXALEYA TIBBÎ RED KIR   Tenduristiya Guven di roja 98'an de giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Lê Guven tedawî red kir û disa şandin mala wê. Guven di 13'ê sibatê de bêtir gêş bû, verişiya û ser sînga wê hişk bû. Piştî bi zor û zahmetî bêhn stend û ji ser hişê xwe çû, endamên odeya tabîban ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî Guven hat ser hişê xwe diyar kir ku ew dermankirinê qebûl nake û xwest wê dîsa wê bişînin malê. Li ser daxwaza Guven ew birin malê û Guven çalakiya xwe li malê berdewam dike.    PIŞTEVINYA GUVEN XURT DIBE   Guven tevî ku tenduristiya wê xera bûye û bi biryar û israr çalakiya xwe  berdewam dike. Li aliyê din piştevaniya ji bo Guven jî her ku diçe zêde dibe. Heta niha niha gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbir, hunermend, ji nasname rêxistin û welatên cuda nûnerên jinan ên navneteweyî piştgirî dan Guven. Herî dawî 20 wekîlên jin ên Alman, bi deklarasyonekê piştgirî dan Guven. Parlamenterên HDP'ê ji bo di roja 100’emîn de piştgiriyê bidin Leyla Guven bi dirûşmeya "Li dijî tecrîdê di roja 100'emîn de bimeşin Leylayê" ji 15 bajarên herêmê ber bi Amedê û mala Leyla ve meşiyan. Parlamenterên HDP'ê di roja 100'emîm û Roja 15'ê Sibatê de li ber mala Leyla Guven çalakiya xwe bi dnawî kirin. Parlamenterên HDP'ê tevî hemû dorpêç û astengiyên zêde yên polisan dîsa xwe gîhandin ber mala Leyla û li wir daxuyanî dan.    Guven, di roja 100’emin de peyam da û got: “Ya ku min li ser piyan dihêle berxwedana zindanan e." Guven yên bêdeng man jî bi van gotinan rexne kir: “Yên ku li hemberî vê çalakiyê bêdeng bimînin bêtir min dikujin. Ev çalakî ji bo civakê ezmûn e. Yên ku vê ezmûnê derbas nekin nikarin sibê bibêjin, 'Em parazvanê mafên mirovan in', 'mirov in'. " Li aliyê din dorpêça polîsan û bi maşîyenên zirxî ya li dora mala Guven a li taxa Bagcilar a Rezan berdewam dike. Esnaf jî ji ber vê rewşê bi bertek in.    ÇALAKIYÊN LI GIRTÎGEHAN DI ROJA 64'AN DE BERDEWAM DIKE   Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 89'emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 63'yemîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 64'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.