Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dest pê kir 2019-02-17 12:13:28   AMED - Konferansa  Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, li avahiya HDP'ê ya Amedê dest pê kir. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, diyar kir ku îro bi saya raman û felsefeya Ocalan bûne xwedî vîn û parlamenter û tecrîda li ser Ocalan li ser hemû jin û ciwanan e. Dag, anî ziman ku dê li dijî tecrîdê bi hêza jihê û coşa ciwanan li ber xwe bidin.   Konferansa Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, bi tevlêbûna sedan endamên ciwan li salona Vedat Aydin a Konferansê ya avahiya HDP'ê ya Amedê dest pê kir. Konferans, bi rêzgirtinê û hilbijartina diwanê dest pê kir. Di civinê de dayikên aştiyê û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag derketin ser dikê û ciwan silav kirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, diyar kir ku îro bi saya raman û felsefeya Ocalan bûne xwedî vîn û parlamenter û tecrîda li ser Ocalan li ser hemû jin, ciwan, gelê Kurd û Tirkiye ye û wiha got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser jinan, li ser ciwanan û li ser hemû gelê Kurd e. Ger îro em karibin bibin siyasetmedar û parlamenter em bi xêra felsefeya Birêz Ocalan hatine vir. Ger ku em bûbin xwedî vîn û hişyar bûbûn bi xêra Birêz Ocalan em hatine vir.  Heta ku em rêberê xwe azad bikin em dê berxwedana xwe berdewam bikin. Em dê bi ruhê ciwan li ber xwe bidin. Ev civina me ya  îro li vir pir girîng in. Em dê bi hêza jinê û coşa ciwan berxwedana xwe berdewam bikin." Piştî axaftina Dersim Dag ciwanan bê navber dirûşmeyên "Leyla Guven Rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana Zindanan" berz kirin.   Konferans bi axaftinan berdewam dike.