Ehrar El-Şerqiya îşkence li Umer Eros ê 85 sali kirin û mala wî talan kirin 2019-02-17 11:48:17 EFRÎN - Endamên Ehrar El-Şerqiye ku di bin baneyê OSO de tev digerin, li gundê Kûra yê Efrînê bi ser mala kalê 85 salî Umer Eros de girtin û îşkence li wan kirin. Hat diyar kirin ku mala wan jî talan kirine.   Derket holê ku di 15'ê Sibatê de Endamên Ehrar El-Şerqiye ku di bin baneyê OSO de tev digerin, li gundê Kûra yê Efrînê bi ser mala kalê 85 salî Umer Eros de girtin û îşkence li wan kirin. Hat diyar kirin ku mala wan jî talan kirine.   Welatiyek ji gundê Kûra yê Efrînê rastiya dîmenê êşekcekirin û talankirina du hevjînên bi temen li Efrînê ji aliyê dagirkeran ve teqez kir. Bikarhînerên tevna civakî dîmeke belav kirin. Di dîmen de du hevjînên bi temen ji aliyê komên çekdar ên giredayî OSO rastî îşkenceyê tên û mal û milkên wan tê talankirin. Welatiyek ji gundê Kûra yê Efrînê nexwest navê xwe eşkere bike ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re diyar kir ku bûyer li gundê Kûra yê herêma Racoyê yê kantona Efrînê di 15‘ê Sibatê de pêk hat. Heman welatiyê diyar kir ku koma "Lîwa Husên " a ser bi çeteyên Ehrar El-Şerqiya di saetên bi şevê girtin ser mala welatiyê bi navê Umer Eros ê 85 sal û hevjîna wî. Çeteyan herdu hevîn girêdan û bi saetan li wan dan. 450 dolar û 25 hezar lîreyên Sûrî talan kirin.