3 zarokên rastî îşkenceya giran hatin: Serê me xistin klozetê 2019-02-17 09:41:33   WAN - Li Wanê 3 zarokên 14, 16 û 17 salî yên di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin serpêhatiyên xwe ji Komîsyona Baroyê Wanê re vegotin. Di rapora tenduristiyê de jî hat dîtin ku zarok rastî îşkenceyê hatine. Zarokên ku birin Şaxa Zarokan û hêj di bin çavan de de, ji komîsyona Baroyê re diyar kirin ku li qereqolê rastî îşkenceya giran hatine. Baroya Wanê ji bo zarokan li Serdozgeriya Komarê ya Wanê serlêdana sûc kir.    Li taxa Hacibekîr a Îpekyolu ya Wanê 3 zarokên di 15'ê Sibatê de hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Asayişê ya Wanê rastî îşkenceya giran hatin. Zarokê 17 salî O.D, yê 16 salî Ş.Y û yê 14 salî Ö.S,  ku di saetên êvarî de hatin binçavkirin li şaxa asayişê rastî îşkenceya giran hatin. Zarokan diyar kirin ku polîsan bi qundara çekan li serê wan xistiye û serê wan xistiye klozetê. Zarokên rastî îşkenceyê hatin di gelek laşê wan de birîn û şikestin çêbû.    3 zarokên rastî îşkenceyê hatin serpêhatiyên xwe ji Endam û Serokê Komîsyona Mafên Mirovan û Mafê Zarokan a Baroya Wanê re vegotin. Ji 3 zarokên ku hêj li Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Wanê ten girtin, O.S, ji ber rastî îşkenceyê hat çavê wî yê çepê kor bûye. Îşkenceya ku li zarokan hatiye kirin di rapora Nexweşxaneya Lêkolîn û perwerdehiyê ya Herêma Wanê de jî hat dîtin.    O.D: QÛNDARA ÇEKÊ LI PIŞTA MIN XISTIN Û PÊHN LI ZIKÊ MIN XISTIN   Zarokan serpêhatiyên xwe ji parêzerên Komîsyona Baroya Wanê re vegotin: Zarokê 17 salî O.D., wiha got: “Ez li taxa Hacıbekirê dijîm. Ez muavinê dolmîşê me. Dema ez ji kar diçûm malê, polîsan ji ber bûyerên li taxê ez binçav kirim û li erdê dirêj kirim. Bi qundara çekê li pişt û serê min xistin. Bi pêhnan li zikê min xsitin. Bi porê min girtin û kulm li ruyê min xistin. Piştre ez birim Qereqola Asayişê ya Tuşba (ya pişt AVM'ê) Li wir jî li min xistin. Serê min xistin klozetê û çêr û neheqiyên giran li min kirin. Piştre ez birim Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê û rapor girtin."    Ş.Y: DESTÊ MIN LI PIŞT MIN KELEPÇE KIRIN Û LI SERÊ MIN XISTIN   Zarokê 16 salî Ş.Y. jî agahî dan endamên komisyonê û wiha got: “Ez li taxa Hacibekir dijîm. Ez û O.D. li heman kolanê hatin binçavkirin. Beriya ku me bigirin gule berdan me û piştre gaz avêtin me. Dema xwestin em rawestin em rawestiyan. Ez girtim û li erdê dirêj kirim. Piştre destê min li pişt min kelepçe kirin. Piştre bi sîleyan li min xistin. Bi qundarê çekê li serê min xistin. Kulm li serê min û ruyê min xistin. Piştre ez birim Qereqola Asayişê ya Tuşbayê. Xwestin agahiyan ji me bistînin. Dema me got em tiştekî nizanin vê carê dîsa li me xistin. Heqaret û çêr li me kirin. Di sateên şevê de em birin nexweşxaneyê û rapor nivîsandin. Piştre em birin Şaxa Zarokan."      O.S: BI GULEYÊ LI SERÊ MIN XISTIN ÇAVÊ MIN Ê ÇEPÊ NABÎNE   Zarokê 14 salî O.S.  jî anî ziman ku li heman taxê dijî û wiha got: "Ji bo ez biçim dikanê ji malê derketim. Piştî min ji dikanê eşya stend û derketim ser kolanê maşîna polîsan li cem min rawestiya. Ez netirsiyam. 8 polis ji maşînê daketin û destê min li pişt min kelepçe kirin. Ez li derê dirê jkirim û bi qûndarên çekan li ser û pişta min xistin. 8 polîsan ez bi tekmeyan derb kirim. Piştre ez rakirim û 3 polîsan bi qulman li min xistin. Piştre ez li maşîna polîsan suyar kirim. Polîsekî bi guleya di destê xwe de li serê min xist. Em birin Qereqola Polîsan. Li wir jî li min xistin. Piştî re ez birim tuvaletê û serê min xistin klozetê. Niha çavê min ê çepê xumam dibîne Piştre em birin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê. Di derengê şevê de em birin Şaxa Zarokan."    BAROYA WANÊ DAXUYANÎ DA    Serokatiya Baroya Wanê jî daxuyani da û diyar kir ku zarokên bi navê O.D., Ş.Y. û O.S. beriya teslîmî Şaxa Zarokan bikin li qereqolê rastî îşkenceyê hatine û wiha got: "Derbkirina zarokan di raporê de jî hatine dîtin. Bi zarokên ku rastî îşkenceyê hatine re hevdîtin kirine û di axaftinên zarokan û çavdêriya komîsyonê de hatiye dîtin ku zarok rastî îşkence û muameleya xerab hatine. Li ser vê yekê girtek hatiye amadekirin û li Serdozgeriya Komarê ya Wanê gilî hatiye kirin. Baro dê şopdarê vê mijarê be."    MA / Müjdat Can