Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin 2019-02-17 09:12:34   DÎLOK –  Der barê parlementerên HDP'î de bi lez û bez fezleke tên amadekirin. Lê ev sererastkirina fezlekeyê ji bo Parlementerên AKP'ê yê Hatayê Haci Bayram Turkoglû ku bi wesayîta xwe li penaberekî qeliband û kuşt nayê amadekirin.    Di 13'ê Adara 2017'an de, li navçeya Dortyol a Hatayê Parlementerê AKP'ê yê Hatayê Haci Bayram Turkoglû, bi wesayîta xwe li penaberê sûriyeyî yê li ser motorsiklêtê bavê 4 zarokan Cîhat Kadro qeilaband û kuşt. Piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê der barê Turkoglû de bi tawanbariya "bi awayekî qisûrdar kuştina kesekî" lêpirsîn da destpêkirin. Lê belê fezlekeya hat amadekirin, hîn jî wek berê ye bi qasî serê derziyê jî tiştek nehatiye kirin. Ji ber Turkoglû parlementere, îdianameya hat amadekirin veneguherî dozê. Dozgeriya Dortyolûyê, di 30'yê Gulana 2017'an de fezlekeya der barê Turkoglû de ji Meclîsê re şand lê belê 2 sal in neketiye meriyetê.    ÎFADEYEKE HAZIR DAN ÎMZEKIRIN    Hevjîna Kadro, Hudê Kadri, diyar kir ku roja bûyerê hevjînê wê serê sibehê çûye kar, lê belê wan heta saet 11'ê şevê xeber jê negirtiye. Kadro, anî ziman ku polîs wergervanek bi xwe re anîne û hatine mala wan û got: "Gotin, hevjînê te gazî te dike. Min birin emniyeta navçeyê. Li wir hay jê çêbûm ku hevjînê min miriye. Çend xizmên wekîl jî li wir bûn. Gotin, wesayîta wan lê qelibiye. Lê hezar qisûr li hevjînê min bar kirin. Gotin, bela hevjînê te bûye. Lê hemû bahane bûn. Wê çaxê xwişka min û kurê min jî li cem min bûn. Wê kêliyê ez û zarokên xwe tev de digiriyan. Min xwest cenazeyê xwe bigirim û biçim Sûriyeyê. Lê destûr nedan. Min birin odeyekê. Nehiştin xwişka min û kurê min werin. Ji min re gotin, hûn ê çi bikin. Ez jî li zarokên xwe vegeriyam û min got em ê biçin Stenbolê bixebitin. Çimkî tiştekî ku em li Dortyolê bikin tune bû. Wê kêliyê kaxezek bi min dan îmzekirin. Meger kaxeza dan îmzekirin îfade bûye. Îfadeya ku hazir kiribûn bi min dan îmzekirin."    ‘SERSAXÎ JÎ NEXWEST'    Kadro, diyar kir ku parlementer soz dayê ku ew ê alîkariya wê bike. Kadro, anî ziman ku ji ber wê kêliyê pir diêşiya û bi tirkî niznibûye, nizane çi kiriye. Kadro got: "Ne di dema bûyerê de ne jî piştî bûyerê wekîl negeriya û sersaxî nexwest. Hevjînê min debara me dikir. Piştî ew mir kesekî bixebite tune ye. Xwişka min tim aliyê me kir. Niha bi alîkariya xwişka xwe û cînarên xwe debara xwe dikim. Wexta hevjînê min sax bû, me bi rihetî debara xwe dikir. Lê piştî mir, em perîşan bûn."    ‘SOZ DA LÊ BI CIH NEANÎN'    Birayê Kadro, Behçet Hasan jî anî ziman ku piştî wan Kadro li Dortyolê veşartiyê ew çend hefteyan sekinîne, lê belê tu deng ji wekîl derneketiye. Hasan, bilêv kir ku paşê ew li birayê wekîl geriyaye û got: "Min ji birayê wekîl re got 'We lê qeliband û ew kuşt. We soz da ku hûn ê alîkariya malbatê bikin. We got, hûn ê xanî bikirin û alîkariyê bikin. We îfadeya hazir bi wan da îmzekirin. Lê niha hûn ne digerin ne qet.' Wî jî ji min re got 'Me heqê xwe da. Tu îşek me nema. Biçin sîgortayê û dozê vekin.' Min jî jê re got 'Ev malbat ji ber şer reviyaye û hatiye vir. Rewşa wan a aborî nebaş e. Wê kî debara vê malbatê bike. Ev kes niha tenê nanê tisî dixwin. Nanê tisî jî bixwin, mehê milyarek wan diçe.' Lê qet guh neda min. Paşê mecbûr mam wan bînim cem xwe. Min xanî ji wan re girt. Niha ez li wan dinerim. Lê a rast ez jî ditengijim. Ji ber Hudê nizanibûye bi tirkî îfadeya 'ez gilî nakim' pê dane îmzekirin. Kurê min û hevjîna min li emniyetê, li cem Hudê bûn. Lê nehiştine ew biçin cem wê. Jixwe re wergervanek anîne û li gor xwe eyar kirine."    Haci Bayram Turkoglû, 4 serdemên parlementerê AKP'ê ye. Ji sala 2011'an ve fezlekyên der barê wî de hatine amadekirin qet nakevin meriyetê. Lê belê dema fezleke der barê parlementerên HDP'î de tên amadekirin demildest dikevin meriyetê. Piştî AKP-MHP'Ê li hev kir û CHP'Ê jî piştgirî da wan di sala 2015'an de destnedayîna parlementeran hat betalkirin. Û di 4'ê Mijdara 2016'an de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di nav de 11 parlementerên HDP'ê hatin binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Paşê hin parlementerên HDP'ê yên din jî hatin girtin. Piştî vê pêvajoyê bi giştî 15'ê parlementerên HDP'ê hatin girtin. Niha ji van parlementeran 9 jê hîn jî di girtîgehê de ne.