Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin! 2019-02-17 09:08:55   STENBOL – AKP'ê, ji bo li hemberî krîza aborî û bihabûna fiyetên zebzeyan, mexazeyên tanzîmê ava kirin. AKP'ê, ji bo avakirina van devaran gotibû wan bê "navbeynkar" ava kiriye. Lê derket holê ku zebze û fêkiyên li mexazeyên tanzîmê ji fîrmayên tidarekker distîne û fatûre jî li Kooperatîfên Krediyê yên Çandiniyê tê birîn. Her wiha gelek firingiyên ku hin fîrmayên nêzî AKP'ê bexşî deverên tanzîmê kiribûn jî bi pereyan hatine firotin.    AKP, ji bo li hemberî krîza aborî û bihabûna fiyetên zebze û fêkiyan tevdîrê bigire mexazeyên tanzîmê avakirin. AKP'ê, ji bo van deveran gotibû ew bê "navbeynkar" ava dikin. Lê belê derket holê ku zebze û fêkiyên li mexazeyên tanzîmê ji fîrmayên tidarekker tên kirîn û fatûre jî li Kooperatîfên Krediyê yên Çandiniyê tên birîn. Her wiha gelek firingiyên ku hin fîrmayên nêzî AKP'ê bexşî mexazeyên tanzîmê kiribûn jî bi pereyan hatine firotin.    BI TIRAN FIRINGIYÊN BELAŞ HATIN    Di du fatûreyên ku ji aliyê Kooperatîfa Krediyê ya Çandiniyê ya Kinikê ve hatine hazirkirin de, derket holê ku bi TIR'an firingî belaş hatine dayîn. Di fatûreya jimare "02221" a kooperatîfê de, tê destnîşan kirin ku 18 hezar û 33 firingî ji aliyê Şîrketa Veguhastinê ya Navdewletî ya Zexîre û Serevaniyê ya Ûçak Kardeşlerê ve bêyî pere hatine dayîn û ev firingî ji deverên tanzîmê yên Enqereyê re hatine şandin. Her wiha di fatûreya jimare "02219" a heman fîrmayê de, tê diyarkirin ku 18 ton û 493 kîlo firingî ji deverên tanzîmê yên Stenbolê re hatine şandin.    FATÛRE LI SER MEDYAYA CIVAKÎ HATIN PARVEKIRIN    Midûrê Giştî yê Yekîtiya Navendî ya Kooperatîfên Krediyê yên Çandiniyê yên Tirkiyeyê Fahrettîn Poyraz li ser hesabê xwe yê twîtterê ev yek parve kir: “Bi rêya wezîrê me birêz @TCTarim @bekirpakdemirli hevkarên me Vahît û Alî Ûçak, ji bo piştgiriyê bidin gelê me û Birêz Serkomarê me, 2 TIR ber bêyî pere  radestî Kooperatîfa Kinik a Antalyayê kirin. Ji ber vê hesasiyeta wan, em malavayiya hevkarên xwe kirin." Bi vê parvekirinê re fatûre jî hatin parvekirin.   WEZÎR JÎ MALAVAYÎ LÊ KIR    Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî jî, hesabê Poyrak ê twîtterê etîket kir û got: "Gelê me hay ji lîstikên li ser welatê me tên lîstin heye. Malavayiya Ûçak Kardeşlera dikim. Tenê, gotin em dixwazin destekê bidin gelê xwe. Ji bo kesên çav berdane bêrîk û mitbaxa gelê me pûç bikin, bêyî pere 2 TIR ber radestî mexazeyên tanzîmê kirin."    ‘JI ÇAVGIRÊDANÊ PÊVTIR NE TIŞTEK E'    Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Cotkaran Abdûllah Aysû, destnîşan kir ku li tanzîman firotina malên bê pere hatine ne ehlaqî ye û got: "Ma kî ji wan dirûst e ku em li ser rastiyê biaxivin. Li holê tiştekî rast tune ye. Hin kes mal bexş dikin, lê hin kes jî evan malan difiroşin. A rast ev mexazeyên tanzîmê ji bp porpagandaya hilbijartinê çêkirine. Eger tiştekî wisa têkirin û paşê ev yek vediguhere pereyan, ev tê wateya ku tu ji bo îktîdarê alîkariya pereyan dikî. Ev ji be rhilbijartinê ye. Ev tê wateya desteka pereyî. Li vî welatî bi navê açndiniyê tiştek nemaye. Lê tu yê arbî û ji nedîtî ve nêz bibî. Ev berevajîkirina meseleyê ye. Ev şaş e, em vê yekê qebûl nakin. Avakirina deverên taznîmê ji çavgirtinê pêvtir ne tiştek e jî."    MA / Sadiye Eser