Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike! 2019-02-17 09:06:47   ŞIRNEX - Tê gotin qeyûmê tayînî Şaredariya Cizîrê hatiye kirin, Mala Dengbêjan a Botanê dewrî xezîneyê, mala şînê jî dewrî miftîtiya navçeyê kiriye.    Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin, hatibû gotin ku Navenda Jinê ya Stiya Zîn û Navenda Zanistê ya hîn çêkirina wê didome dewrî Îdareya Taybet a Bajêr kiriye. LÊ belê heta niha ji bo vê yekê rayedarên şaredariyê tu daxuyanî nedane.    MALA DENGBÊJAN    Li gorî hin agahiyên ji rayedarên di şaredariyê de dixebitin bi dest ketin, Mala Dengbêjan a Botanê ku di sala 2015'an de Şaredariay DBP'î ew çêkiribû, dewrî Midûriyeta Giştî ya Emlaka Netewî hatiye kirin.    MALÊN ŞÎNÊ JÎ DEWRÎ DEWRÎ MIFTÎTIYÊ KIRIN    Her wiha tê gotin ku malên şînê yên li taxan jî dewrî Miftîtiya Navçeyê hatine kirin.