Cerdevanê berê li Edeneyê hat kuştin 2017-11-05 19:03:12   EDENE - Mehmet Şerîf Kaya yê berê cerdevanî kiribû, li Edeneyê ji hêla kesên nenas ve hat kuştin.   Cerdevanê berê yê bi navê Mehmet Şerîf Kaya yê li Kuçeya 45066'an a li Taxa Onurê ya Seyhana Edeneyê dima, di mala xwe de hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da. Li ser agahiya cîranên Kaya, gelek polîs çûn taxê û lêkolîn pêk anîn. Piştî lêkolînan cenazeyê Kaya rakirin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.   Hat diyarkirin ku piştî kar û barên otopsiyê dê cenazeyê Kaya bişînin navçeya Dihê ya Sêrtê û li wir bê definkirin.