ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-17 09:00:16   * Bi hinceta ewlehiyê mafê bikaranîna 40 hezar jinên li sitareyan dimînin tê astengkirin. Dildara Mor Çatiyê Bûrcû Çolak, destnîşan kir ku ev yek binpêkirina mafan e û got: "Divê li hemû navçeyên sitare lê hene sindoq bên danîn û divê agahiyên der barê van sindoqan û jinan de veşarî bin."    * Cotkarên bi deynan çandiniyê dikin, ji ber zêdebûna lêçûnan zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, anî ziman ku bi deynan deynê xwe didin.   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, destnîşan kir ku AKP di rewşeke wisa de ye ku "nikare welat bi rê ve bibe" û ji bo Suleyman Soylû jî got: "Niha li vî welatî wezîrekî karê navxweyî tune ye. Aqilekî serserî ku ji wesfa xwe ketiye heye." Her wiha Temellî, ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bang li herkesî kir ku tev bigerin.    * Tê gotin qeyûmê tayînî Şaredariya Cizîrê hatiye kirin, Mala Dengbêjan a Botanê dewrî xezîneyê, mala şînê jî dewrî miftîtiya navçeyê kiriye.    *  AKP'ê, ji bo li hemberî krîza aborî û bihabûna fiyetên zebzeyan, deverên tanzîmê ava kirin. AKP'ê, ji bo avakirina van devaran gotibû wan bê "navbeynkar" ava kiriye. Lê belê derket holê ku zebze û fêkiyên li deverên tanzîmê ji fîrmayên tidarekker distîne û fatûre jî li Kooperatîfên Krediyê yên Çandiniyê tê birîn. Her wiha gelek firingiyên ku hin fîrmayên nêzî AKP'ê bexşî deverên tanzîmê kiribûn jî bi pereyan hatine firotin.    * Qeyûmê tayînî Şaredariya Hezexê hat kirin, projeya Xeraca Navçeyê ku di dema rêveberiya DBP'î de dest bi çêkirina wê hat kirin û piraniya wê hat çêkirin, kir projeya xwe.    * Der barê parlementerên HDP'î de bi lez û bez fezleke tên amadekirin. Lê belê, ev sererastkirina fezlekeyê ji bo Parlementerên AKP'ê yê Hatayê Haci Bayram Turkoglû ku bi wesayîta xwe li penaberekî qeliband û kuşt nakeve dewrê.    * 10 roj berê li Mêrdînê gelek siyasetmedarên HDP û DBP'î hatin binçavkirin. Heta niha dema binçavkirina wan sê caran hatiye dirêjkirin. Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ew ê di 31'ê Adarê de bersiveke baş bidin vê îktîdara ku dixwaze partiya wan tecrîd bike.    * Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê dê li avahiya HDP'ê ya Amedê "Hevdîtina Jinên Ciwan pêk bînin. (11.00)   * Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, dê li navçeyên Kuçukçekmece, Beşiktaş û Kartalê der barê grevên birçîbunê de daxuyaniyê bidin. (15.00)