Li Bestayê operasyonek berfireh hat destpêkirin 2017-11-05 18:56:00 ŞIRNEX -  Li çoltara Bestaya Şirnexê bi beşdariya gelek leşker û cerdevanan operasyonek berfireh hat destpêkirin. Li herêma Bestaya Şirnexê duh bi şev bi beşdariya gelek leşker û cerdevanan operasyonek hat destpêkirin. Hat diyarkirin ku operasyon bi awayekê hem wext li gelek noqteyan hatiye destpêkirin û dewam dike. Li herêmê tevgera helîkopteran jî didome.