Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin 2019-02-16 19:35:55   COLEMÊR/AGIRÎ - Li Colemêrg û Agiriyê, bi daxuyaniyekê girtina Hevserokê HDP'a Colemêrgê Sînan Kaya û Namzeta Hevşaredariyê ya Agiriyê Yelîz Karaaslan hat şermezarkirin.    HDP'a Colemêrgê bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina Hevserokê HDP’ê yê Colemêrgê Sînan Kaya şermezar kir. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Colemêrgê hate dayîn û di daxuyaniyê de tevî parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, rêveberên HDP’ê yên bajêr jî amade bûn.   Di daxuyaniyê de Dede diyar kir ku li hemû cîhanê destnedayîna parlamenteran heye û got: “Tu qanûneke ku dibêje; ‘parlamenter nikarin li bajarê lê hatine hilbijartin bimeşin’ tune ye. Em dixwazin ku hêzên ewlehiyê li gorî qanûnên xwe tev bigerin. Tevî hevserokê partiya me yê bajêr Sînan Kaya, 8 kes 3 roj di bin çavan de hatin girtin. Ev hevalên me li avahiya partiyê ya bajar hatin binçavkirin.”   'WÊ GEL BERSIVÊ BIDE'   Dede, bilêv kir ku hevalên wan bi awayekî bêhiqûqî pêk hatine girtin û got: “Em dizanin ku têkiliya van girtinan bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî re heye. Lê dê bi veguhastina dengan, girtin û binçavkirinan re nikaribin gelê me bitepisînin. Wê gel di hilbijartina 31'ê Adarê de bersivê bide van pêkanînan. Em bang li gelê Colemêrgê dikin ku xwedî li HDP’ê derkevin.”   LI AGIRIYÊ JÎ GIRTINA KARAASLANÊ HAT ŞERMEZARKIRIN    Di heman demê de HDP a Agiriyê jî bi daxuyaniyekê girtina namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Agiriyê Yelîz Karaaslan şermezar kir. Daxuyanî li navenda HDP’ê ya bajêr hate dayîn û parlamenterê HDP’ê yê bajêr Abdullah Koç, namzetên hevşaredariyê û rêveberên partiyê jî amade bûn. Daxuyanî  ji hêla endamê PM’ê ya HDP’ê Zelal Yerlîkaya ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de Yerlîkaya got, sedema van êrîşan, tirsa têkçûyînê ye.    Yerlîkaya, destnîşan kir ku desthilatdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven ku di roja 101’emîn de didome ji nedîtî ve tê û got: “Li dijî parlamenterên me yên jin ên ku dibêjin bila Leyla Guven bijî, êrîşeke dijwar heye. Namzeta me Yelîz Karaaslan bi awayekî bêhiqûqî hate girtin. Careke din zelal bû ku desthilatdarî di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji jinan ditirse. Zîhniyeta ku hevşaredara me girt, divê baş bizane ku tevî hemû êrîşan jî em ê bi ser kevin. Hûn ne ên vê axê ne. Bi tayînkirina qeyûman, bi girtina hevserokên me û namzetên hevşaredariyê hûn bi xwe nîşan didin ku hûn ne aîdê vê axê ne. Dê têkoşîna me ya li dijî tifaqa AKP-MHP’ê bidome.”