3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn 2019-02-16 09:07:13   AMED -  Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz li rojnamevan Ozgur Paksoy hatibû vekirin. Dadgehê 3 sal û meh û 15 roj ceza li Paksoy birî.  Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê doz li rojnamevan Ozgur Paksoy hatibû vekirin. Di danişîna 3'yan a dozê de Paksoy bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Paksoy, tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nekirin û doza beraetkirinê kir.    Parêzerê Paksoy, Resûl Tamûr parastin kir û got tiştên muwekîlê wî pê tê tawanbarkirin di çarçoveya "zadiya fikir û ramanê de ye û xwest muwekîlê wî bê beraetkirin.    3 SAL û MEH Û 15 ROJ CEZA HAT BIRÎN   Meqama îdiayê jî xwest di çarçoveya "propagandaya rêxistinê" Paksoy bê cezakirin. Parêzer Tamûr jî, ji bo parastinê doza wext xwest. Lê dadgehê ev yek qebûl nekir û bi heman îdiayê 3 sal û meh û 15 roj ceza li Paksoy birî. Dadgehê daxwaza ji bo taloqkirina ceza jî red kir.    ÇI BIBÛ?    Piştî Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê îdianameya der barê Paksoy de qebûl kir, ji emniyeta Qilebana Şirnexê der barê Paksoy de agahiyên îstixbarî xwest. Di rapora agahiyên îstixbarî ya emniyetê de, hatibû gotin ku Paksoy di 2015-2016'an de, ji bo nûçeyan çûye çalakiyan lê belê bi sifetê çalakgeran tev li çalakiyan bûye. Di rapora emniyetê de hat parastin ku Paksoy berpirsiyarê taxên ku di nav 'Herêma Demokrasiyê ya Êlihê' de cih digirin.    Di raporê de hat derpêşkirin ku wexta di 2015'an de li DÎHA'ya bi KHK'ê hat girtin dixebitî, ji aliyê rêxistinê ve hatiye peywirdarkirin û li Êlih, Mêrdîn û Şirnexê xebitiye û di bin banê Komîteya Çapemeniyê ya rêxistinê de dixebite.    Ev rapora navborî di nav klasora pêvekî ya îdianameyê de cih girtibû.