DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye 2019-02-16 09:06:37 AMED -  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo cezayê muebeta giran ku li Tirkiyeyê tê birîn got, îşkence û mumaleyeke derî mirovahiyê ye. DMME, ji Tirkiyeyê xwest dev ji binpêkirina mafên mirovan berda.  Civan Boltan ku di 24'ê Nîsana 2012'an de li Çewligê di pevçûnekê de bi birîndarî hat zevtkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê bi tawanabariya "xerakirina yekparerya dewletê" cezayê muebeta giran û ji ber tawanbariyên din jî 95 sal ceza lê hat birîn.    DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN SERLÊDAN RED KIR    Piştî Dadgeha Bilind cezalê li Boltan birî pesend kir, parêzer Mehdî Ozdemîr serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Ozdemîr, di çarçoveya maddeya 17'an a Qanûna Bingehîn de ku dibêje "Divê tu kes neyê îşkencekirin û eziyet li wan neyê kirin. Divê li tu kesî cezayên derî heysiyeta mirovan neyê birîn" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Lê belê dadgehê serlêdana wî red kir. Piştî rêyên hiqûqa hundurîn hatin xitiman din, Ozdemîr der barê cezayê li muwekîlê wî hat birîn de û bi hinceta maddeya 3'yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin serî li DMME'yê da.    DMME: MADDEYA 3'YAN HATIYE BINPÊKIRIN    DMME'yê di 12'ê Sibatê de serlêdan nirxand û biryara xwe de. DMME'yê di biryara xwe de diyar kir ku serlêdêr mafdar e û li Tirkiyeyê maddeya 3'yan a PMME'yê hatiye binpêkirin. DMME'yê mesrefê dadgehê hezar û 500 eûro li Tirkiyeyê bar kir û xwest binpêkirina mafan a rû daye ji holê bê rakirin.    Ozdemîr, biryara DMME'yê ya der barê muwekîlê xwe de nirxand û destnîşan kir ku DMME, biryara der barê Ocalan û biryara László Magyar a der barê Macarîstanê de wekî biryara emsal esas girtiye û vê biryarê jî spartiye vê.    Ozdemîr, ji bo cezayê muebeta giran got, DMME'yê gotiye ev yek di mewzûata hundurîn de tune ye û li gorî maddeya 3'yan a PMME'yê binpêkirina mafan e. Ozdemîr, diyar kir ku DMME'yê di briyara xwe de gotiye ji ber jiholêrakirina binpêkirina mafan a li dijî kesê navborî pêkan e, ew Tirkiyeyê mehkûmî tazmînata manewî nake. Ozdemîr got: "DMME'yê xwest ji nû ve bê darizandin û rewşa wî ji nû ve bê tespîtkirin."    Ozdemîr, anî ziman ku ji bo ev binpêkirina mafan ji holê bê rakirin ew ê careke din serî li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê bidin.    Her wiha Ozdemîr ji bo muwekîlê xwe jî got: "Civan di odeyeke yekkesî de tê ragirtin. Ji ber milê wî yê rastê ampûte ye û çavê wî yê çepê nabîne û perçeyên şerapnelê di serê wî de ye, nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Yek ji daxwazên me jî ev in. Jixwe biryara DMME'yê jî di vî warî de ye ku divê kesekî di vê rewşê de bi vî awayî neyê cezakirin."    'DIVÊ HIKÛMET GUHERÎNEKE QANÛNÎ ÇÊBIKE'    Ozdemîr got: "Niha ji bo vê biryara DMME'yê mewzûatek di hiqûqa hundirîn de tune ye. Loma divê hikûmet der barê binpêkirinên mafan de guherîneke qanûnî çêbike. Ji bo muebeta giran mewzûatê biguherîne. Ya divê vê yekê li gor hin perîyodan binrixîne an jî divê cezayê heta hetayê biguherîne û wekî sûcên edlî bike 36 salan."    'EM Ê DÎSA SERÎ LÊ BIDIN'    Ozdemîr, diyar kir ku biryara DMME'yê ji bo guherandina mewûzatê wê hinekî zorê bide Tirkiyeyê û got: "Wê ev yek tesîrê li rewşa kesên cezayê muebeta giran girtine jî bike. Wê herkes ji bo careke din cezayê wan bê nirxandin serî li ddagehê bide. Eger ev guherandina qanûnî çênebe, wê dadgehên ku ji ber biryara DMME'yê mecbûr bimînin ji nû ve bidarizînin. Di vî warî de serlêdana me girîng e. Eger serlêdana me bê redkirin em ê ji nû ve serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME'yê bidin."