Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin 2019-02-16 09:02:49 EDENE – Îsmaîl Kocaman ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tevî 5 hevalên xwe 32 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Tecrîd sûc e. Heta ev sûc neyê şikandin em ê bi bedenên xwe li ber xwe bidin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 101'ê de didome. Her wiha li gelek girtîgehan jî bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger jî ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome.    Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê Îsmaîl Kocaman, Ahmet Emîn Eren, Hayrî Demîr, Huseyîn Barsak û Selamî Kiliçaslan jî ji 16'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne.    TECRÎD SÛC E    Îsmaîl Kocaman ku ji 2015'an ve girtiye û 10 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn bi rêya malbata xwe peyamek şand.    Kocaman, anî ziman ku berê vîtamîna B1 didan wan lê belê niha nadin wan. Kocaman, bilêv kir ku moralê wan pir xurt e û got: "Tecrîd sûc e. Heta ev sûc ji holê neyê rakirin û tecrîd neyê şikandin em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin. Tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan biryareke siyasî ye û ne hiqûqî ye. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî tecrîdê tev bigere."    Bavê wî Hsana Kocaman jî, destnîşan kir ku daxwaza girtiyên bedena xwe dane ber birçîbûnê, daxwazeke mafdar e.    'DIVÊ MALBATÊN GIRTIYAN BÊN CEM HEVDU'    Bav Kocaman, bang li rayedarên dewletê kir û xwest daxwaza mafdar a girtiyan bê qebûlkirin. Kocaman, diyar kir ku kurê wan û ên di greva birçîbûnê de tim di bîra wan de ne û got: "Em nikarin xwarinê bixwin. Wexta em dixwin û ew tên bîra me di qirika me de dimîne. Berî ku ji girtîgehê darbest derkevin divê daxwazên wan bên qebûlkirin. Ji bo rakirina tecrîdê tu qanûneke astengiyê derxîne tune ye. Divê demildest guh bidin daxwaza girtiyan. Divê mirovên di greva birçîbûnê de nemirin. Ji bo em bibin dengê vê berxwedanê divê malbatên girrtiyan hemû û herkes bên cem hevdu. Ji bo van daxwazên mafdar divê herkes bitêkoşe û bibe dengê girtiyan."    MA / Hamdullah Kesen