4 rojin ava vexwarinê nadin girtiyan 2017-11-05 16:33:05   MANÎSA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, diyar kirin ku 4 rojin ava vexwarinê nadin wan.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê li xizmên xwe geriyan û diyar kirin ku li ser wan tundiya derûnî pêk tînin. Girtiyên ku bi xizmên xwe re axivin wiha gotin: “Şert û mercên girtîgehê giran bûne. Ligel qedexeyên rojname, kovar û pirtûkan, hevdîtinên navxweyî jî asteng kirin. Ji muslixê av nayê û rayedarên girtîgehê bêyî ku hinceteke nîşan bidin, 4 rojin ava vexwarinê nedin qawîşê.”   Li ser vê yekê em li girtîgehê geriyan, lê rayedarên girtîgehê diyar kirin ku ji ber ne destûrmendin, nikarin agahî bidin. Ser memur jî îdîayên heyî bi tu awayî qebûl nekir.