Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê 2019-02-15 23:51:37   EDENE - Li Mêrsînê ciwanên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven çalakiyek li dar xistin.    Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiyek li dar xistin.    Ciwanan li Taxa Çay a girêdayî navçeya Akdenizê, li ser dîwarên kuçe û kolanên taxê "Greva birçîbûnê di roja 101’ê de ye", "Bijî Serok Apo", "Dawî li tecrîdê bînin" û "Leyla Guven rûmeta me ye" nivîsandin.