Li Girtîgeha Metrîsê şewat 2019-02-15 23:26:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Metrîsê agir bi qawîşekê ket. Sedema şewatê nehat hînbûn. Gelek ambulans û îtfaiye sewqî girtîgehê hatin kirin.    Li gorî agahiyên bi dest ketin, li Girtîgeha Metrîsê saet li dor 9'ê şevê agir bi qawîşekê ket. Sedema şewatê nehat hînbûn. Gelek ambulans û îtfaiye sewqî girtîgehê hatin kirin. Hat destnîşankirin ku şewat tesîr li gelek girtiyan kiriye. Hat ragihandin ku şewat hatiye tefandin û lêkolînên li cihê bûyerê didomin.