Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin 2019-02-15 20:51:38   COLEMÊRG – Hevserokê HDP'a Colemêrgê Sînan Kaya, bi hinceta tev li meşa ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bû, hat girtin.    Di 13'ê Sibatê de HDP'a Colemêrgê xwest ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven meşekê li dar bixe. Lê belê polîsan di dema meşê de polîsan Hevserokê HDP'a Bajêr Sînan Kaya, Namzetê hevşaredariya Çelê Ebûbekî Kanar, Emîne Armût, Kenan Kaya, Suleyman Kanat, Cûma Ertûnç, Mehmet Tahîr Taş û Hasan Engîn binçav kir. Îro piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin.   Li dozgeriyê 8 kes hatin berdan, lê belê Hevserokê HDP'a Colemêrgê Sînan Kaya bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" biryara girtina Kaya da û ew şandin Girtîgeha Colemêrgê.