Meşa wan hat astengkirin 2019-02-15 17:51:52   DERSIM – Koma ku ji Dersimê ket rê û xwest tev li meşa HDP'ê ya ji 15 bajaran ber bi Amedê ve da destpêkirin bibe, li Erxeniyê hat astengkirin. HDP'iyan bertek nîşanî vê yekê da û çalakiya Leyla Guvenê silav kirin.    HDP'ê ji bi piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê, ji 15 bajaran meşeke ber bi Amedê ve da destpêkirin. Di çarçoveya vê meşê de meşa ji Dersimê dest pê kir li navçeya erxeniyê hat astengkirin.    Rêveberiyên HDP'î yên danê sibehê ji Dersimê ketin rê, li têketina navçeya Erxeniyê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Bi hinceta qedexeya walîtiyê nehiştin HDP'î têkevin bajêr. HDP'î jî mecbûr man vegerin û li Dersimê daxuyaniyek dan.    Hevserokê HDP'a Dersimê Hidir Çîçek daxuyanî û di daxuyaniyê de çalakiya Leyla Guvenê silav kir.   Çîçek, diyar kir ku bi dehan wesayît û bi sedan polîs ew şopandine. Çîçek, destnîşan kir ku ya tê kirin îşkence ye. Çîçek, bilêv kir ku çalakiya Leyla Guven çalakiyeke mafdar e û divê dewlet demildest dev ji van pêkanînên xwe yê qedexeker û tecrîdkirinê berde.