‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine' 2019-02-15 15:50:29   NAVENDAN NÛÇEYAN -  Bi minasebeta 20'emîn salvegera 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye, Meclîsa Dayikên Aştiyê li diji tecridê ji bo rojekê li avahiya xwwe nobet girtin. Li Rihayê jî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de gotin “Heta tecrîd bi dawî nebe ev welat bêhnê nastîne."    Bi minasebeta 20'emîn salvegera 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye, li gelek navendan daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin li darxistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi heman armancê rojekê li avahiya xwe ya Unkapani nobetê girtin û daxuyanî dan. Meclîsa Dayikên Aştiyê li avahiya xwe pankarta “Em komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin û daxuyanî dan. Ewil Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Eklime Keskin axivî û wiha got: "Em tecrîda li ser Birêz Oclalan şermezar dikin. Ev tecrîd hem zerarê dide gelê kurd û hem jî zerarê dide gelê tirk. Di cîhanê de tu kes bi şer bi ser neketine. Em dayikên Aştiyê ne. Em aştiyê dixwazin. Bila aşti bê tecrîd bi dawî bibe û çalakger dawî li çalakiyên xwe bînin. Rijandina xwînê kêrî tu kesî nayê. Leyla Guven 100 rojin di greva birçîbûnê de ye. Niha di doşeka mirinê de ye. Xwendin û nivîsandina me tune, lê em aştiyê dixwazin. Yê wan xwendin û nivîsandina wan heye lê çima ew qas di şer de israr dikin? Mirovekî ew qas bi qedr û qîmet çima ew qas di bin tecridê de û li girtîgehê dimîne? Hemû gelê cîhanê dixwaze Ocalan bê berdan. 40 salin mirov têne kuştin. Ev dê heta kengî wisa biçe. Em dixwazin demek berî demekê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe."    'GELÊ KURD DI BIN TECRÎDÊ DE YE'   Dayika Aştiyê Perihan Akbulut ji anî ziman ku bi tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina 40 milyon gelê kurd e û wiha axivî: "Brêz Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e. Rêberê hemû gelên bindest e.  Zarokên me ji bo felsefeya Ocalan xwîna xwe dirijînin. Ger ku aştiyek pêk bê ew jî bi keda Ocalan pêkan e. Me zarokên xwe, gunden xwe axa xwe da. Lê em Ocalan nadin tu kesî. Cihanê jî bidin me em Ocalan natin tu kesî. Bila her kes hişê xwe bidin serê xwe." Niha ji bo Ocalan 300 kes di greva birçîbûnê de ne. Divê her kes denge xwe bilind bikin û bêdeng nemînin. Ger ku ev tecrid bi dawî nebe krîza Tirkiye bi dawî nabe. Mifteya çareserî û aştiyê Birêz Ocalan e. Jinan xwe bi Ocalan nas kir, divê hemû jin dengê xwe bilind bikin."    Dayikan piştî daxuyaniyê dest bi nobetê kirin û de heta sibê saet 12.00’an nobeta xwe berdewam bikin.   RIHA    Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî bi heman armancê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP'ê tev li civînê bûn. Hevserokê HDP'e yê Rihayê Îbrahim Halil Akbaş daxuyanî da û xwest tecrîdkirina Ocalan bi lez bi dawî bibe. Akbaş, anî ziman ku îktidara ku li vi welatî her tim şer û pevçûnê sor dike rê li pêş aştiyê digire û tecrîdê kûr dike. Akbaş, anî ziman ku her dengê Ocalan, tê qutkirin krîz û bêçareserî kûr dibe.  Akbaş, da zanîn ku ger tecrîd bi dawî bibe dê aştî û çareserî jî pêş bikeve û xwest tecrîd bi dawi bibe daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de qebûl bikin.