Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê 2019-02-15 15:24:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 20'emîn salvegera komploya 15ê Sibatê de, girtiyên siyasî yên Kurd li zîndanên Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin.   Komek ji girtiyên siyasî ku li ser doza PJAK û PKK li bajarên Ûrmiye, Xoy, Tebrîz û Kaşmer hatine girtin, bi boneya şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin.   Li gorî agahiyan, 17 girtiyên ji doza PJAK û PKK li girtîgehên Ûrmiye, Xoy, Tebrîz û Kaşmer rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin. Zeyneb Celaliyan û Elî Ehmed Silêman li zîndanên Xoy û Ûrmiyê di nava wan girtiyên PJAK û PKK'ê de ne ku îro dest bi greva birçîbûnê kirin.