Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin 2019-02-15 13:47:46   AMED - Rêveber û parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîdê bi dirûşmeya "Ji bo Şikandina Tecrîdê Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve" ji 15 bajarên Kurdistanê berê xxe dan Amedê û îro serê sibê gihiştin Amedê. Parlamenterên tevî hemû astengiyên polîsan xwe gîhandin Amedê li bendê ye li ber mala Hevseroka KCD'ê Leyla Guven daxuyaniyê bidin çapemeniyê.      Rêveber û Parlamenterên HDP'ê yên ku ji 15 bajarên herêmê ber bi Amedê ve li dijî tecrîdê bi dirûşmeya "Ji bo Şikandina Tecrîdê Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve" dest pê kirin û rastî gelek astengiyan hatin, serê sibê xwe gîhandin Amedê. Li bendê ye ku endam û rêveberên HDP'ê jî di navde girse li pêş mala Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li taxa Bagcilar a Navçeya Rezan a Amedê 100 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Parlementerên HDP'ê 500 metre li dûrî mala Guven kom bûn. Ji ber polîsan bi maşîneyên zirxî, barîkatan mala Guven dorpêç kiriye wekil nikarin xwe bigînin mala Guven. Parlamenterên ku bi dirûşmeya "Ji bo Şikadina Tecrîdê Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve" ji Colemerg, Wan, Qers, Îdir, Bêdlis, Agirî Mûş Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dersîm, Çewlîk, Dîlok, Rihayê berê xwe dan Amedê tevî hemû dorpêç û astengiya polîsan iro xwe gîhandin Amedê. Wekîlên ku li nokteyên taxa 500 Evler, Alay, duriyana 75’an a Xarpêtê û pêş nexweşxaneyek taybet a Peyasê kom bûn, piştî rastî astengiyan hatin ji bo li ser rêyea 75 metre kom bibin ketin nava tevgerê. Polîsan diyar kirin ku hemû çalakî û bernameyên der barê Leyla Guven dehatine qedexekirin û tenê dikarin destûr bidin ku biçim mala Guven çayê vexwin.    Dema Parlamentera HDP'e ya Şirnexê Nuran Îmir xwest li Duriyana Alayê ya Rezan berdilka ku wêneyê Leyla Guven li ser heye ji maşînê derxe, rastî astengiya polisan hat. Parlamenterên ku bi maşîneyên xwe derketin rê li nokteyên Parka Golê, Rêya Rihayê hatin rawestandin. Polîsan rêya Riha û 75’an xistin nava dorpêçê.    Komek parlamenter tevî hemû astengiyan xwe gîhandin Kolana Aram Tigran a 500 mezre nêzî mala Leyla Guven. Hemû rêyen diçim mala Leyla Guven bi barîkatan hatin girtin. Polîsan bi otobusên şaredariya bajarê mezin seqî herêmê dikin. Koma HDP'ê ya 500 metre dûrî mala Guven li bendê ye li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê.