Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye... 2019-02-15 10:59:00   ENQERE – Serokê Federasyona  78'an a Şoreşger Cumhur Yavuz, diyar kir ku AKP li ser çalakiyên greva biçrîbûnê gelê kurd terorîze dike û xwest hêzên çep û sosyalist li dijî hewldanên komlovarî sekna xwe nîşan bidin û wiha got: “Heta ku em nebêjin birayên me yên tenişta me tên kuştin, dê rojên zahmet li pêş me bin."    Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, ket roja 100'emîn. Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Firansa, Mexmûr, Şengalê, Silêmaniyê didome. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de ketibû grevê û 100 rojin di grevê de ye. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 87'yemîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 61'emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 62'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.   Serokê Federasyona  78'an a Şoreşger Cumhur Yavuz, ku di serdema darbeya12'ê Îlonê de hat girtin û rastî cezayê darvekirinê hat û li dijî şertên tecrîdê ketibû greva birçîbûnê, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê ya Leyla Guven û 300 girtiyên siyasî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Yavuz, diyar kir ku AKP li ser çalakiyên greva biçrîbûnê gelê kurd terorîze dike û xwest hêzên çep û sosyalist li dijî hewldanên komlovarî sekna xwe nîşan bidin û wiha got: “Heta ku em nebêjin birayên me yên tenişta me tên kuştin, dê rojên zahmet li pêş me bin.  Îro dîsa di rojeva Tirkiye de grevên birçîbûnê heye. Divê em deng bidin dengê wan.    'DI ŞERTÊN TECRÎDÊ DE EM KETIN GREVÊ'    Yavuz, anî ziman ku ewil li Girtîgeha Amasya  ketin greva birçîbûnê û wiha got: "Dema em ketin grevê em di şertên tecrîdê de ketin grevê. Em her dem di nava şertên hucreyê  de dihatin girtin. Me nekarîbû xwe bilivînin. Di mazgalan de xwarin didan me. Demek dirêj em dernexistin hewşê. Çalakiya me bandorek mezin çêkir. Pişti çalakiya me li hemû girtîgehê belav bû, rêveberiya girtîgehê bi me re hevdîtin pêk anî. Piştre em ketin Girtîgeha Mamakê. Em li vir li dijî cilên yek tîpî ketin nava çalakiyan. Armanca wan a sereke ew bû ku me bê bîrdozî û bê nasname bihêlin. Xwestin me bikin mirovên bê vîn û nasname."    'BERXWEDANA ZINDANA AMEDÊ PIR CUDA BÛ'   Yavuz, anî ziman ku berxwedana Zindana Amedê pir cuda bû û wiha berdewam kir: "Me berxwedana zindana Amedê ji Mehdi Zana fêr dibûn. Tişta me herî zêde heyecan jê girt, dema me înfaza Esat Oktay di rojnameyê de xwend bû. Zilmek pir mezin kiribû. Ji ber zilma kiribû meda hawiz jî kuştina wî kirin nûçe."     'YA GIRÎNG BERTEKÊN MIROVÎ YÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ NE'   Yavuz, destnîşan kir ku armanca girtîgehê îzolasyon e û wiha lê zêde kir: "Girtîgeh qada îzolasyonê ye. Ji ber vê yekê divê tecrîdek din neyê qebûlkirin. Tecrîda dinava tecrîdê de divê tu kes qebûl neke. Tecrîd rewşek li dijî mirovahiyê ye. Ya girîng divê hemû mirov li dijî tecrîdê bertek nîşanî tecrîdê bidin."     'AKP, BERMAHIYA 12'Ê ÎLONÊ YE'   Yavuz, bal kişand ser polîtikayên AKP’ê jî û wiha pêde çû: "Hikûmeta AKP'ê îro ruhê 12'ê Îlonê bi awayekî fîîlî dixe meriyetê. Ji xwe AKP berhem û bermahiyê 12'ê Îlonê ye. Demokrasî ji bo wan tenê peyvek ji rêzê ye. Bi zanebûn hestên nijadperestî pêx dixin û dixwazin gelan bînin hemberî hev. Leyla Guven wekîlek hatiye hilbijartin. 100 rojin di greva birçîbûnê de ye. Lê heta niha ji bo daxwazên wê pêk bên tu gav nehatiye avêtin. Îro li Girtîgehah dîsa greva biçribûnê heye. Zimanê vegotina li dijî tecrîdê ye. Lê kesên îro ji bo piştgiriyê bidin çalakiyên grevê derdikevin kolanê jî tên asteng kirin. Em îro di bin zapturapt û zilmê de dijîn."     ‘ZAROKÊN ME DIMIRIN AGAHIYA WE HEYE? '    Yauz, herî dawî bal kişan ser yekîtiya hêzên demokratîk û wiha bi dawî kir: "Divê di rewşek wisa de hemû hêzên çep û sosyalistler li qadekê bibin yek û bi hevre tengê xwe bilind bikin. AKP dixwaze bi vê çalakiyê kurdan terorîze bike. Dixwaze rê li pêşiya hemû mirovên çep, sosyal demokrat  bigire. Dayikên me di sala 1984'an de çalakî kiribûn. Ji Ulusê heta Kizilayê meşiya bûn. Her kesê derdiket hemberî wan digotin 'Dimirin agahiya we heye? Bi wêrekî destê xwe dabûn her kesî û her kes li hemberî vê yekê hişyar û hestiyar kiribûn. Îro heta me nebêjin li ber serê me xwişk û birayên me tên kuştin dê rojên dijwartir li pêş me bin. Em neçarin deng bidin dengê girtiyên di çalakiyê de."