Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin 2019-02-15 09:10:51 MÊRSÎN – Komîsyonvanên hala Mêrsînê, destnîşan kirin ku noqteyên tanzîmê bi kêr nayên û gotin: "Piyase pir westadr in. Divê hikûmet pêşî bacê, sotemeniyê, dermanan, veguhastinê kêm bike, paşê dest bavê fêkî û zebzeyan."  Komîsyonvanên Kompleksa Tomerîfiroş û Zebze-Fêkiyan a Hala Mêrsînê, ji bo noqteyên tanzîmê yên hikûmeta AKP'ê gotin, mesele bi vî awayî çareser nabe û xwestin hilberîner bên destekkirin.    ‘COTKAR NA KÊFXWEŞ IN'    Komîsyonvan Mûzaffer Fîlîz, diyar kir ku cotkarek ji bo donimekî herî kêm 2 hezar û 500 lîre pere xerc dike û wexta mercên hewayê baş bin cotkar serê donimê 700 kîlo ber hildigire, lê wexta mercên hewayê nebaş bin ev yek dadikeve 200 kîloyî jî. Filîz, destnîşan kir ku wexta ber kêm be fiyet jî zêde dibin. Fîlîz, anî ziman ku niha komîsyonvanên halê kîloya îsotê bi 7 lîre û nîvan difiroşin û got: "Bawer bikin cotkarê ku vê îsotê difiroşe tiştekî qezenc nake. Bi vî fiyetî difiroşe, lê heqê mesrefê xwe jî dernaxe. Ji bo bazarvan jî qezenc bikin mecbûrîn bi 10 lîreyan bifiroşin. Çimkî wexta bazarvan dikire fîreyê dide. Her wiha mesrefên wan jî çêdibin."    ‘LI HALÊ REWŞA KAR NEBAŞ E'    Fîlîz, destnîşan kir ku komîsyonvan nikarin malên di dest xwe de bifiroşin û got: "Hûn dibînin li halê bacanên reş tune ne. Wexta piştgiriya cotkaran bê kirin wê ev pirsgirêk jî bê çareserkirin. Divê ji bo tov, gubre, benzîn û dermanan alîkariya cotkaran bê kirin. Li halê her ku fiyet biha dibin kar jî kêm dibe. Çimkî mişterî jî kêm dibin. Ji sibehê ve em wiha sekinandîne, kar tune ye. Hikûmet dibêje 'êdî em ê sebze û fêkiyan bifiroşin.' Ez jê dipirsim, ma wê zebze û fêkiyan ji cotkaran nekire? Ma hikûmet dikare ji cotkaran re bêje, berên te bi 5 lîreye diçin lê divê tu bi lîreyekê bidî min. Nikare bibêje."    Komîsyonvan Talat Yîgîtalp, destnîşan kir ku rewşa fiyetên zebze û fêkiyan qet nebaş e. Yîgîtalp, bilêv kir ku 4 roj berê wî kîlo bi 3 lîre û nîvan qamyonek firingî kiriye, lê belê di dest de maye û got: "Li halê fiyet diyar in. Em nikarin li vir bi 4 lîreyan jî bifiroşin. Ev çend meh e qet kar tune ye. Serdema me ya herî xirab ev serdem e. Piyase pir westadr in. Divê hikûmet pêşî bacê, sotemeniyê, dermanan, veguhastinê kêm bike, paşê dest bavê fêkî û zebzeyan. Ger hikûmet dikare bike bila bike. Tu rastiyeke vê yekê tune ye. Nikarin bikin, çimkî pir zehmet e."    MA / Ergîn Çaglar