ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-15 09:00:25   * Komîsyonvanên hala Mêrsînê, destnîşan kirin ku noqteyên tanzîmê bi kêr nayên û gotin: "Piyase pir westadr in. Divê hikûmet pêşî bacê, sotemeniyê, dermanan, veguhastinê kêm bike, paşê dest bavê fêkî û zebzeyan."    * Welatiyên gundê Dêzê yê Colemêrgê, diyar kirin ku fiyetên êm û kayê pir buha ne û ji ber pezê wan têr êm naxwin di dema zayînê de ber davêjin an jî piştî zayînî karik û berxikên wan dimirin.    * Mehmet Aydemîr ku di demeke berê ji Girtîgeha Jimare 3'yan a Tîpa T a Şakranê hat berdan, diyar kir ku piştî Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û Leyla Guven hat berdan, îdareya girtîgehê bi zext û zorî bi ser girtîgehan de diçe.    * Sendîkavanê îngilîz Tony Burke, çûn mala Leyla Guven û serdana wê kirin. Burke ji bo Abdullah Ocalan got: "Tu ferqa wî û Mandela tune ye." Her wiha Burke, anî ziman ku Tirkiye mecbûr e tecrîda li ser Ocalan rake, çimkî wekî din tu şansekî wê tune ye.    * Vedat Allak, piştî xebata xwe ya der barê qewl û qewlbêjiya êzidiyan, niha jî muzîk û rîtma dirûşmeyên ku kurd di çalakiyan de berz dikin lêkolîn dike. Allak, destnîşan kir ku wekî gelên din dengên xweser ên kurdan jî hene û ew dixwaze di çarçoveyeke zanistiyî de lêkolîn bike.    * Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, bal kişand ser girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û got: "Komplo di meriyetê de ye. Bi temamî tasfiyekirina komployê bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e."    * Mamoste Ayfer Aslan ku hêj biçûk bû fêrî tembûrê bû, piştî ku Kursa muzîkê vekir, niha gelek şagirtan perwerde dike. Aslan, têkildarî kursê got: "Piştî ez fêrî tembûrê bûm min bêtir xwe nas kir. Min xeyalê xwepêk anî û deriyê kursê li jinan vekir. Niha her ku diçe em zêde dibin."    * Meşa wekilên HDP'ê ya ji bo çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê ku bi dirûşmeya "Ji bo Şikandina Tecrîdê Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve" ji milê Dîlok û Rihayê ve ber bi Amedê dest pê kiribû dê ji Sîweregê berdewam bike. (09.00)   * Parlamenterên HDP'ê yên ku ji 15 bajarên herêmê ber bi Amedê ve li dijî tecrîdê bi dirûşmeya "Ji bo Şikandina Tecrîdê Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve" dest pê kirin û rastî gelek astengiyan hatin, piştî li Amedê kom bûn dê bimeşin mala Leyla Guven a li taxa Bagcilar a Navçeya Rezan a Amedê. Wekilên HDP'ê dê li pêş mala Guven daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (09.00-12.00)   * Hevserokên HDP, KCD, HDK û rêxistinên din, bi armanca 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û bi minasebeta piştgiriyê bidin 100'emîn roja çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê dê li Otela Taksim Hillê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Meclîsa Dayikên Aştiyê bi armanca balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê rojekê li avahiya xwe ya Unkapani nobetê bigirin. (12.00)   *Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê rapora Mafên Zarokan a Herêmê ya sala 2018'an li avahiya xwe aşkere bikin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê rapora binpêkirina mafan a Herêma Egeyê li avahiya xwe aşkere bikin.    * Rêxistinên HDP'ê yên Mêrsîn, Êlih û Îzmîrê bi minasebeta 100'emin roja çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê dê li pêş girtîgeha Tarsûsê û li pêş avahiyên xwe yên partiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.  (12.00-14.00)